Şêniyên Kobanê sersaxiya malbatên şehîd Muslim û Şêx Ebdî xwest

Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxiya malbatên her du şehîdên Ehmed Muslim û Naz Şêx Ebdî xwest.

Şêniyên Kobanê sersaxiya malbatên şehîd Muslim û Şêx Ebdî xwest
Şêniyên Kobanê sersaxiya malbatên şehîd Muslim û Şêx Ebdî xwest
Şêniyên Kobanê sersaxiya malbatên şehîd Muslim û Şêx Ebdî xwest
31 tebax, 2021   13:37
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kobanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û hin kesayetên ji kantonê berê xwe da gundê Çêlik ê li rojhilatê Kobanê û sersaxiya malbata şehîd Ehmed Muslim xwest.

Piştî wê karwana sersaxiyê berê xwe da gundê Xirab Rast ê li rojhilatê Kobanê ku serxasiya şehîd Naz Şêx Ebdî bixwazin.

Di merasîma sersaxiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Şêxo axivî û îşaret bi rola şehîd a mezin kir û pîroz kir.

/ar/uploads/files/2021/08/31/131028_ahmd-shykhw.webp

Şêxo wiha got: "Divê em li hember gotegot û propagandayên djimin ku armanca wan dûrxistina ji xeta şehîdan û têkbirina vîna me ye bisekinin. Divê em li hember çi hewldana li dijî hevgirtina me bisekinin û şehîdên bikin pêşengên xwe yên pêkanîna rêya azadiyê."

Şehîdên ku sersaxiya wan hatine kirin ji 5 şehîdên hatine oxirkirin. Her wiha Şehîd Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) duh hat veşartin, lê yên din merasîma wan a xiyabî hat lidarxistin.

Navên şehîdan wiha ne; Naz Şêx Ebdî (Destan Fîras Kobanê) li Metîna şehîd bû, Mihemed Muderês (Baran Barî) li Avaşînê şehîd bû, şehîd Mistefa Hesen (Ferman) li Botanê şehîd bû, Mahir Mıhemed (Zinar Firat) li Girê Sêfê yê başûrê Kobanê di 2014’an de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA