Li Şehba û Şêrawayê dê xebatên serjimariyê ya giştî pêk werin

Komîteya Navendî ya Serjimariyê ragihand ku dê xebateke serjimariyê ya giştî li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê bike û bang li şêniyan kir ku li malên xwe bimîn.

Li Şehba û Şêrawayê dê xebatên serjimariyê ya giştî pêk werin
31 tebax, 2021   13:23
ŞEHBA-GANDÎ ELO

Endama Komîteya Navendî ya Serjimariyê Cîhan Mihemed ji ajansa me re wiha got: "Armanc ji vê serjimariyê em hejmara şêniyên li Şehbayê ji tevahî pêkhateyên bizanin, di nav de jî koçber û şêniyên resen. Ji wê zêdetir jî rewşa tenduristî, aborî, rêjeya bêkarî û hwd bizanin."

Li ser dîroka destpêka xebata serjimariyê û dema wê Mihemed wiha anî ziman: "Dê xebata serjimariyê di 3’yê Îlona bê de anku roja înê dest pê bike, dê ji saet 8’ê sibehê heta 6’ê êvarê berdewam bike."

Cîhan Mihemed bang li şêniyan kir ku di dema xebata serjimariyê de li malên xwe bimînin da ku xebata bi awayekî durist pêk were.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JgfAmfBBaMM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>