Li Babê li dijî baregeheke dagirkeran êriş: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li dijî baregeha Hezwan a leşkerên artêşa Tirka  dagirker a li herêma Babê êrişeke bi moşekan pêk hat. Li gorî agahiyan 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li Babê li dijî baregeheke dagirkeran êriş: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
31 tebax, 2021   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, li djiî baregeha Hezwan a artêşa Tirk a dagirker a li herêma Babê êrişeke bo moşekan pêk hat.

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Vê sibehê jî çavkaniyan ji ajansa me re diyar kirin ku balafirên şer ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne, li gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê nuqteyek kir hedef. Çavkaniyan diyar kirin ku nuqteya ku hate hedefkirin baregeheke perwerdekirina çeteyên Feyleq El-Şam û artêşa Tirk a dagirker bû.

ANHA