​​​​​​​Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê li artêşa Tirk da

HPG û YJA Starê li herêma Avaşînê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin.

​​​​​​​Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê li artêşa Tirk da
31 tebax, 2021   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê çalakiyên xwe û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

27'ê Tebaxê saet di 19:25'an de li herêma Avaşînê li qada Werxelê, 30'ê Tebaxê jî saet di 19:10'an de li qada Tabûra Ereban, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xist. Di her du çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin, bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

ARTÊŞA TIRK GAZÊN JEHRÎ BI KAR TÎNE

30'ê Tebaxê saet di navbera 10:00-22:00 de qada berxwedanê ya Werxelê 2 caran bi teqemeniyan, 7 caran jî bi gazên bijehr hate bombekirin. 31'ê Tebaxê ji saet 09:00 û pê ve qada berxwedanê bi gazên bijehr tê bombekirin.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgereke zêde ya dronan û balafirên keşfê dewam dike.

30'ê Tebaxê saet di navbera 01:00-01:30'an de û 31'ê Tebaxê saet di navbera 09:00-09:30'an de qada Çemço ya li herêma Zapê bi obusan ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hate bombekirin.

JI BER BOMBEBARANA ARTÊŞA TIRK ŞEWAT ÇÊBÛ

30'ê Tebaxê ji saet 13:00’an heta nîvê şevê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Êdinê, Bênavê, Kêste, Hirorê û qadên Girê Şehîd Çiya û Kela Qûmriyê ji aliyê qereqolên li ser sînorê ve bi obusan hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmana artêşa Tirk a dagirker agir bi qadê ket û şewat dewam dike."