Ji eniyên şer…dayika 3 têkoşeran "Em dev ji gundên xwe bernadin"

"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê çend kîlometreyan ji gundên me ve dûr in û rojane me topbaran dikin, lê em dev ji mal û gundên xwe bernadin." bi van gotinan Fatme Şêx Mihemed a dayika 3 têkoşeran berxwedana xwe wesif kir û piştrast kir ku dê dagirkeriyê têk bibin.

Ji eniyên şer…dayika 3 têkoşeran "Em dev ji gundên xwe bernadin"
31 tebax, 2021   04:12
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Li gundê Bîr Zinar ê rojavayê Girê Spî ku li ser sînorê eniyên şer e şêniya bi navê Fatme Şêx Mihemed, hevjîn û zarokên xwe dijîn.

Fatme Şêx Mihemed dayika 5 zaroka ne, du ji wan şehîd in; Zinar Kobanê şervanê YPG'ê  di  2017’an de di pêngava rizgarkirina gundewarên Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû û gerîlaya HPG’ê Zinarîn Zinar e ku beriya 3 mehan li Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê di şerê li hember artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Kurekî din ê Fatme Şêx Mihemed heye, ew jî şervanê QSD’ê ye.

Fatme Şêx Mihemed destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tenê çend kîlometreyan ji gundê wan ve dûr in û gundê wan rasterast dibe hedefa dagirkeran.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dem demê bi çekên giran, mûşek û hawinan gundewarên Girê Spî yên dagirkirî topbaran dikin û gelek zirarên madî gihandin mal û milkên sivîlan û sivîlan jî dikin hedef.

Ji wan gundên têne topbarankirin, gundê Bîr Zinar rojane di hedefa topbaranên dagirkerande ye. Ji ber vê yekê jiyana şêniyên wan gundan mîna xebata di çandiniyê û xwedîkirina pezan de dijwar dibe. Li tevî wê dijwariyê û topbaranê jî, şênî di mal û gundên xwe de li ber xwe didin, bi xaka xwe ve girêdayî ne, piştevaniya şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî dikin û li ser hêviya derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka wan dijîn.

‛EM DEV JI GUNDÊN XWE BERNADIN’

Têkildarî vê yekê, Fatme Şêx Mihemed ji ajansa me re wiha got: "Dagirkeriya Tirk komkujiyan pêk tîne, zarokan qetil dike û malan wêran dike. Lê tevî wê jî, em bi berxwedana şehîdên xwe bi xak û welatê xwe ve girêdayî ne."

Li ser berxwedana zarokên xwe Fatme Şêx Mihemed wiha anî ziman: "Keça min Zinarîn piştî şehadeta birayê xwe Zinar, di 2017’an de tev li HPG’ê bû, li çiyayên Heftanînê li rex hevrêyên xwe yên gerîla li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe da heta gihaşt asta şehadetê. Lê ji bona berxwedan û têkoşîna wan em ê li gundên xwe bimînin û dev jê bernadin."

Têkildarî êrişên rojane yên dewleta Tirk, Fatme Şêx Mihemed ev tişt got: "Me êrişî sînorê ku kesî nekiriye, em xwediyên vê xakê ne û dewleta Tirk dagirker e û serweriya welatê me bin pê dike. Gunehê zarok, temenmezin, jin û lawiran çi ye ku werin qetilkirin."

Fatme Şêx Mihemed diyar kir ku ew hemû ji bo parastina gel û xakê amade ne li ber xwe bidin û tê bikoşin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em dev ji xewn û xeyalên zarokên xwe bernadin ku dixwestin jiyaneke azad, aştî û rûmet li welatê xwe bijîn. Em ê tola tevahî şehîdan hilînin û dagirkeriyê têk bibin."

ANHA