Ji ber qutbûna ava Firatê, çandina garisê zer li rojavayî Kobanê kêm bûye

Rojavayê bajarê Kobanê bi çandina garis navdar bû, lê piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir êdî cotkar bi rêjeyeke kêm garis diçînin.

Ji ber qutbûna ava Firatê, çandina garisê zer li rojavayî Kobanê kêm bûye
30 tebax, 2021   05:46
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Yek ji berhemên bi nav û deng ku li gundewarê rojavayê Kobanê dihate çandin, garisê zer e. Lê di van salên dawîn de çandiniya wê gelekî kêm bûye, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava Firatê qut kir. Lê ji aliyekî din ve jî, çandiniya kuncî zêde bûye ku pêdiviya wê bi ava zêde tune ye.

Garis di havînê de di meha Gulanê de tê çandin û piştî 4 mehan çandinî tê berhevkirin. Her wiha pêdiviya çandina wê bi hewayek gerim û axa baş heye, lê lêçûna çandina wê bilind e.

Gelek cureyên garis hene, lê cotkar tenê 3 cureyan diçînin yek garisê Mengoz e ji bo êmê sewalan tê çandin, garisê şekir ji bo mirovan û garisê boşar wek boşar tên bi kar anîn.

Cotkar gazincan ji mewsima îsal a garis kirin û diyar kirin ku demsal li gorî salên berê karesat e û berhem îsal çûye ji ber ku pêdiviya wê bi dermanên mêşûmoran, semad û dermanên din heye. Ji aliyekî din ve jî buhayê derman û semad jî bi dolar tê firotin û cotkar berhemên xwe bi lîreya sûrî difroşin.

Sala par li gundewarên rojavayê Kobanê 2 hezar û 662 donim erd bi garist hatin çandin,  lê îsal tenê hezar û 283 donim erd hatiye çandin.

/ar/uploads/files/2021/08/29/183102_awjlan-aly.webp

Cotkarê bi navê Ocalan Elî ji gundê Henkeş a rojavayî Kobanê ji ajansa me re diyar kir ku çandiniya garis îsal gelekî kêm bû ji ber ku garis bi avê ve girêdayî ye û wiha dewam kir:" Kêmbûna avê bandor li bîrên avê kir ku zêdetirî 30 metre daketiye. Ev yek jî dihêle ku em mazotê zêdetir xerc bikin, da ku avê ji bîran derxin."

Ocalan destnîşan kir ku heya niha lêçûna baxçeyê wî ya 3 hektar zêdetirî hezar û 500 dolar e. Her wiha Ocalan bang li Gerînendetiya Çandiniyê kir ku mazotê ji wan re peyda bike ji ber ku germahiya havînê ya îsal berhemên wan ên ku pêwîstiya wan bi avdanê heye şewitand.

/ar/uploads/files/2021/08/29/183049_aaljyn-bshar.webp

Cotkara bi navê Alcîn Beşar ê ji gundê Henkeş axivî û got:" Çandinî li herêmên me paş ve diçe, kêmbûna ava Firatê bû sedem ku ava bîran jî kêm bibe û zirar gihîşt berhemên me."

Dewleta Tirk ji 27 'ê Çileyê ve av ji ser çemê Firatê qut kir.

Heta niha Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma Firat nirxê firotina garis diyar nekiriye, lê belê di sûka reş de kîlo bi hezar lîreya sûrî tê firotin. Lê ji aliyekî din ve jî hîna ne diyar e ku Rêveberiya Xweser wê garis ji cotkaran werbigire an na.

(dm)

ANHA