QSD’ê li Mergede DAIŞ’iyekî berpirsê sîuqast û çandina mayînan girt

QSD’ê ragihand ku li gundewarê Hesekê çeteyekî ji şaneyên DAIŞ’ê ku berpirsê sîuqast û çandina mayînan e girt.

QSD’ê li Mergede DAIŞ’iyekî berpirsê sîuqast û çandina mayînan girt
29 tebax, 2021   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê wiha got: "Yekîneyên taybet ên QSD’ê bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî çeteyekî şaneya terorîst girt. Ew çete berpirsê sîuqast û çandina mayînan e ku hêzên ewlekarî, leşkerî û sivîlan dike armanc."

Navenda eşkere kir ku ew çete li bakurê bajarokê Mergede yê başûrê Hesekê hat girtin, çek, belge û alavên teknîkê yên li gel wî çeteyî hatin desteserkirin.

(fr)

ANHA