Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 4 ferd ji malbatekê revandin û radestî MIT’a Tirk kirin

Çavkaniyên ji herêma Efrînê daxuyand ku çeteyên qaşo "polîsên leşkerî" 4 ferdên ji malbetekê ji gundê Celemê revandin, di nav de jî keçeke heye. Piştî çeteyan revand radestî navenda MIT’ Tirk a li Efrînê kir.

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 4 ferd ji malbatekê revandin û radestî MIT’a Tirk kirin
29 tebax, 2021   13:48
ŞEHBA

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên Polîsên Leşkerî 4 ferdên ji malbateke ji gundê Celemê yê girêdayî Cindirêsê revandine, di nav de jî keçek heye û radestî navenda MIT’a Tirk a li navenda Efrînê kirin.

Li gorî çavkaniyan, navên kesên hatin revandin wiha ne; Mistefa Şêxo, Rûken Mistefa Şêxo (21), Heysem Mistefa Şêxo (41) û Ciwan Mistefa Şêxo (20).

Çavkanî keşf kir ku piştî çend rojan ji lêpirsîn, îşkenceya cesedî û derûnî MIT’a Tirk Rûken Mistefa Şêxo berdan û niha rewşa wê ya tenduristî ne baş e.

Her wiha çavkanî eşkere kir ku MIT’a Tirk, piştî Heysem Şêxo îşkence kir, veguhastin nexweşxaneya leşkerî ya çeteyan a li bajarê Efrînê.

Heta niha çarenûsa revandiyên din ne diyar e.

(fr)

ANHA