Koçberên Efrînê: Kengî YPG û YPJ`ê Efrîn rizgar kir, em ê vegerin

Koçberên Efrînê ku bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, dibêjin ku heta Efrîn rizgar nebe nabe ku vegerinê. Her wiha destnîşan kirin ku bangewaziyên ji bo vegera Efrînê komployeke li dijî wan e.

Koçberên Efrînê: Kengî YPG û YPJ`ê Efrîn rizgar kir, em ê vegerin
27 tebax, 2021   23:38
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Rojek derbas nabe ku kuştin û revandin li dijî Kurdên li Efrînê mane, neyê kirin; Efrîna ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û ji şêniyên wê hatiye valakirin. Nûçeyên ku ji wê derê tên, bi tirs û talûke ne, şênî bi kuştin û îşkenceyê re rû bi rû ne.

Ew bajar piştî operasynên qirkirinê yên li dijî şêniyên wê yê resen, ji xwediyên xwe hat valakirin. Niha li Efrînê kesên biyanî yên ji hundir û derveyî Sûriyê hatine, bi cih dikin. Berê piraniya şêniyên Efrînê Kurd bûn, lê hemû welatiyên Sûriyê xwe li wê bajarî digirt. Berê ji sedî 95 ji niştecihên Efrînê Kurd bûn, lê îro tenê ji sedî 20 Kurd mane.

Li Efrînê ku mirov Kurd be, tê wateya ku mirov bi revandin, heqaret, dijûn, lêdan û îşkenceyê re rû bi rû bimîne. Tiştên nehatine eşkerekirin jî hîna xirabtir in. Tu cureyên sûcan neman ku dewleta dagirker li dijî şêniyên Efrînê pêk neanîn, ew hewl dide Kurdên mayî bide koçberkirin, ji bo ku Efrînê bike herêmeke Tirk-Ereban.

Pêla koçberiya bi darê zorê ya şêniyên resen piştî êrişa dagirkeriya Tirk a di 20`ê Çileya 2018`an de, dest pê kir. Di encamê de zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê ji warê xwe bûn û li cihekî ne zêde dûrî Efrînê, bi cih bûn. Efrînî bi israr in ku heta rizgarkirina Efrînê, li cihê lê dimînin, li ber xwe bidin.

ENKS bang li koçberên Efrînê yên li Şehbayê dike ku vegerin, ku li wê derê heta nivîsgeheke wan jî tune ye. Gelo hûn ê çawa vegerin Efrînê? Me ev pirs ji hejmareke malbatên efrînî yên ji cih û warê xwe bûne, pirsî.

‘YÊN LI EFRÎNÊ MANE DIXWAZIN DERKEVIN’

/kr/uploads/files/2021/08/27/205948_img_2590.webp

Fatima Weqas (65) ya ji Efrînê koçber bûye, dibêje çeteyan dest danî ser mal û milkên wan li Efrînê û wiha dewam kir: “Hin xizmên me li Efrînê mane, ji me re dibêjin, ger me karîbûya em ê ji Efrînê derketibana. Di bin dagirkeriyê de tu tema jiyanê li Efrînê nîn e.”

Fatima daxuyaniyên ENKS`ê û bangezawiyên ji bo vegera Efrînê wek “kompoleya li dijî şêniyên Efrînê” bi nav kir û got: “Baweriya me bi wan daxuyaniyan nîn e, ew dijminên me ne. Heke misogeriyên navneteweyî tune bin, em venagerin. Da ku em vegerin û bi ewle û îstiqrar li malên xwe wekî berê bijîn, divê çete li Efrînê tune bin. Daxwaza me ev e. Bêyî YPG`ê em ê venegerin, em naxwazin bêyî wan vegerin. Em xwediyên şoreşê û şehîdan in. Vegera bêyî wan, ji bo me xetere ye.”

‘DEMA EFRÎN RIZGAR BIBE, EM Ê VEGERINÊ’

/kr/uploads/files/2021/08/27/205958_img_2600.webp

Rustem Henan (46) jî koçberekî Efrînî ye, ew jî dibêje ku bûyerên revandin, îşkencekirin û xwestina fidyeyê û desteserkirina mal, erd û milkên şêniyên Efrînê dewam dikin.

Henan diyar kir ku dijim dijmin e, ger artêşa Tirk a dagirker misogeriyan bide jî em venagerin. Her wiha destnîşan kir ku baweriya wan bi dagirkeriya Tirk nîn e û wiha pê de çû: “Efrîn ne milkê wan e, ew dagirker in. Ger misogeriyan bidin me jî wê binpêkirinên mezin li dijî me pêk bînin, ji ber ku ew dijminê me ne.”

Rustem Henan da zanîn ku heta dagirkeriya Tirk li Efrînê be, ew ê venegerin û got: “Dema Efrîn ji aliyê YPG û YPJ`ê ve bê rizgarkirin, wê demê em ê vegerin malên xwe.”

Henan got, agahiyên ji xizmên wan ji wan re tên dibêjin ku Efrîn hema bêje bûye bajarekî tirkan, ji ber ku dagirkeriya Tirk li Efrînê kesên biyanî yên ji Xûta û herêmên din ên Sûriyê bi cih kirine.

(cx)

ANHA