Balafirên şer çiyayê Garê bombebaran kirin

Di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk a  dagirker, çiyayê Garê bombebaran kirin, di encama bombebaranê de agir bi daristanên herêmê ket.

Balafirên şer çiyayê Garê bombebaran kirin
27 tebax, 2021   18:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk çiyayê Garê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agireke mezin bi herêmê ket. Li gorî agahiyan agirê li herêmê berdewam dike.

Têkildarî zirerên canî heya niha agahiyek bidest neketiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro çavkaniyên herêmî ragihandin li Amediyê wesayîtek sivîl jî bûye hedefa balafiran, lê têkildarî êrişê tu zanyariyek zelal bidest neket.

ROJ NEWS