Beşa duyemîn a koçberên Derayê gihaşt herêmên dagirkirî

Beşeke din a koçberên Derayê gihaşt bajarê Babê yê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li aliyekî din, di kemîneke li bendeke kontrolê ya li rojhilatê Derayê de 4 endamên hêzên Feyleqa 5`an hatin kuştin.

Beşa duyemîn a koçberên Derayê gihaşt herêmên dagirkirî
27 tebax, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 79 kesên ji Derayê ku di nav de 45 çekdar û 34 jin û zarok hene, gihaştin bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê. Di beşa yekemîn de 8 çekdar derketibûn.

SOHR`ê îdia kir ku hêzên hikumeta Şamê yên li benda kontrolê ya Rubaî ya di navbera bajarokên Misêfira û Cîzê yên rojhilatê Derayê de bi cih bûne, şeva din li dijî hêzên Feyleqa 5`an kemînek danî, di kemînê de 4 çekdarên hêzên Feyleqa 5`an a girêdayî Rûsyayê hatin kuştin û hêzên hikumeta Şamê jî cenaze birin nuqteyên xwe yên li herêmê.

(cx)