Rûsya: Divê dan û standinên peymana nukleerî yên Îranê dewam bikin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li hempîşeyê xwe yê Îranê Hisên Emîr Ebid El-Lehyan kir ku dan û standinên der barê peymana nukleerî de bidomînin.

Rûsya: Divê dan û standinên peymana nukleerî yên Îranê dewam bikin
27 tebax, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da zanîn ku Sergey Lavrov hempîşeyê xwe yê îranî Hisên Emîr Ebid El-Lehyan agahdar kiriye ku dan û standinên bi Îranê re yên der barê peymana nukleerî de li Viyanayê divê di zûtirîn demê de ji nû ve dest pê bikin.

Li Viyanayê di navbera Îran û aliyên peymana nukleerî de bi beşdariya neyekser a DYA`yê, dan û standin çêdibin. Armanc ew e ku piştî vekişîna serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ji peymanê û ferzkirina cezayan li Îranê, peymana nukleerî bê vejandin.

(cx)