Mîhrîcana Resenî û Çandê ya Tebqayê 28’ê Tebaxê dest pê dike

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê amadekariyên xwe yên Mîhrîcana Resenî û Çandê ya Muzîkê ya 2`yemîn zêde kirin ku tê payîn di 28`ê Tebaxê de li dar bikeve.

Mîhrîcana Resenî û Çandê ya Tebqayê 28’ê Tebaxê dest pê dike
26 tebax, 2021   10:27
TEBQA

Komîteya Çandê û Hunerê ya Tebqayê ji mehekê ve amadekariya lidarxistina Mîhrîcana Resenî û Çandê ya Muzîkê ya 2’yemîn dike.

Komîteya Çand û Hunerê komîteyên amadekar ava kirin. Ev komîte perwerdeyên tîmên beşdar û amadekirina pêdiviyan û dikên derve dişopînin.

/ar/uploads/files/2021/08/26/092514_aly-alalaya.webp

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Eleya ji ajansa me re piştrast kir ku armanca sereke ya lidarxistina mîna van mîhrîcanan, pêşxistina tevgera hunerî ye û veguhestina çanda pêkhateyên herêmê ye.

Di mîhrîcanê de 7 komên hunerî ji Tebqayê, gelek kom ji Reqa, Heleb û Dêrazorê hene. Dê berhemên xwe bi zimanên kurdî û erebî pêşkêş bikin.

Mîhrîcan dê di 28`ê Tebaxê de li dar bikeve û wê 4 rojan bidome.

Her wiha tê payîn mîhrîcan roja yekemîn li Tebqayê, roja duyemîn li bajarokê El-Mensûra yê Tebqayê û roja sêyemîn li bajarokê El-Cirniye yê bajêr li dar bikeve û dê li bajarokê Siweydiyê bi dawî bibe.

(şx)

ANHA