Aktîvîstên jin ên mexribî banga piştgiriya beşdarbûna hilbijartinan kir

Komeke jinên aktîvîstên hiqûqî bang li dezgehên çapemeniyê yên Mexribê kir ku piştgiriyê bidin beşdarbûna jinan di xebatên siyasî de, bi taybetî di dema hilbijartinan de.

Aktîvîstên jin ên mexribî banga piştgiriya beşdarbûna hilbijartinan kir
26 tebax, 2021   10:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Eyn, Komîteya Demokratîk a Jinên Mexribê ji bo desteya bilind a peywendiyan û partiyên siyasî yên Mexribê, bangewazî şandin.

Komîteyê xwest hilbijartin bibin derfet ji bo pêkanîna wekheviya her du zayendan û jin beşdarî xebatên siyasî bibin.

Her wiha komîteyê teqezî bi derbaskirina “newekheviya her du zayendan di dezgehên çapemeniyê di dema hibijartinan de” kir.

(cx)