4 welatan hişyariya êrişeke terorî li nêzî balafirgeha Kabulê da

Awistralyayê bang li hemwelatiyên xwe yên li Efganistanê kir ku dûrî balafirgeha Kabulê bikevin. Her wiha Amerîka, Belçîka û Brîtanyayê jî têkildarî îhtîmala rûdana êrişeke terorî ya li nêzî balafirgeha Kabulê hişyarî da.

4 welatan hişyariya êrişeke terorî li nêzî balafirgeha Kabulê da
26 tebax, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra karên derve ya Awistralyayê Marise Payne got metirsiya rûdana êrişeke terorî di demeke nêz de li nêzî balafirgeha Kabulê heye û bang li hemwelatiyên xwe kir ku dûrî herêmê bikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Efganistanê jî bang li hemû amerîkiyan kiribû ku yekser ji balafirgehê derkevin.

Brîtanyayê jî ji hemwelatiyên xwe xwest ku neçin Efganistanê. Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê hişyariya rûdana êrişeke terorî da û got: “Sedem çi dibe bila bibe, divê hûn neçin Efganistanê.”

Duh êvarê, Belçîkayê jî ragihandibû ku xebatên derxistina welatiyan ji balafirgeha Kabulê rawestandine.

Yekitiya Ewrupayê (YE) roja sêşemê bang li Amerîkayê kiribû ku ewlekirina balafirgeha Kabulê dewam bike û hêzên xwe heta 31`ê Îlonê li wir bihêle.

(cx)