Ev du sal in taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne

Li gel zehmetiya peydakirina madeyên sereke û sotemeniyê, dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxemqsûd û Eşrefiyê yên Helabê û kantona Şehbayê zêdetirî salekê ye dewam dike. Mihemed Şêxo got hikumeta Şamê aloziyên xwe derbasî her du taxên navborî dike.

Ev du sal in taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê di bin dorpêça hikumeta Şamê de ne
26 tebax, 2021   06:13
HELEB

Zivistan li ber deriyê ye, li gel wê alavên germkirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê nayên peydakirin. Wê yekê pirsgirkên din li pirsgirêkên ku encama dorpêçê de derketine, zêde kirin.

Têkildarî mjijarê, ajansa me bi hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo re hevpeyvînek çêkir.

200 HEZAR KES Û 31 HEZAR MALBAT

Li gorî serjimariya dawîn a Nivîsgeha Avahiyên Bicihbûnê ya girêdayî Şaredariya Gel a Helebê, hejmara malbatan li her du taxan bi rêjeyeke mezin bilind bû û gihaştiye 31 hezar malbatî. Hejmara şêniyan jî gihaşt nêzî 200 hezar kesî, piraniya wan Kurd in û li kêleka wan Kurdên êzidî û her wiha Ereb û Suryan hene.

Tenê di 5 mehên dawîn de hejmar bilind bû û gihaşt 50 hezar kesî, piraniya wan koçberên ji Efrînê ne.

Yek ji sedemên ku dihêle koçber berê xwe bidin taxê, aramî û ewlehî ye û derfetên kar in ku nêzî 500 kargehên çêkirina cilan lê hatin vekirin.

DORPÊÇ Û BANDORÊN WÊ

Hikumeta Şamê dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike û nahêle madeyên sereke wekî sotemenî û ard derbasî her du taxan bibin. Ew yek bandorke neyînî li her du taxan dike.

Dorpêç ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve dewam dike. Bi dorpêçê re bandor li kehrebeyê jî dibe, ji ber ku lîtreyê mazotê digihêje 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê, bermîla mazotê jî digihêje 500 hezar lîre.

Bi wê yekê pereyên saetên dayîna kehrebeyê (ampîr) jî zêde bûn û saetên xebitandina jeneratorên kehrebeyê jî kêm bûn û azarên şêniyan zêdetir kirin. Ruxmî ku rêveberiya taxê nîvê lêçûnan girt ser xwe ku di hefteyê de buhayê her ampîrekê bibe 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê, li herêmên serweriya hikumeta Şamê jî her ampîrek bi 8 hezar lîreyan e.

Ard, ku madeya sereke ya çêkirina nan e, mehane hikumeta Şamê tenê dihêle 64 ton ard derbas bibin. Ew miqdar tenê têrî 3 rojan dike. Bi wê yekê rêveberiya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd neçar dimînin ku ard ji sûka reş diirin û rojane 23 hevîr çêdikin.

Li sûka reş nirxê her tonek ard bi milyonek û 500 hezarî ye, rebteyê nan jî digihêje 1700 lîreyên sûriyê, lê belê rêveberî tenê bi 200 lîreyên Sûriyê difiroşe.

Hevserokê Meclisa Giştî ya her du taxan Mihemed Şêxo destnîşan kir ku dorpêça li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd û kantona Şehbayê di radeya yekemîn de jiyana sivîlan dike hedef.

Şêxo dibêje ku rêya ku ji bo anîna pêdiviyên sereke dem dem tê girtin û ew neçar dimînin ku madeyan bi rêya bazirganan bi nirxekî biha bikirin da ku pêdiviyên şêniyan peyda bikin.

HIKUMET ALOZIYÊN XWE DERBASÎ TAXA ŞÊXMEQSÛD Û ŞEHBAYÊ DIKE

Şêxo pirsgirêka rêyê wekî tevlîhevkirina siyasetê û debara jiyanê bi nav dike û dibêje: “Hikumet vê rêbazî bi kar tîne da ku şertên xwe li ser şêniyan ferz bike. Bi wateyeke din hikumet aloziyên xwe derbasî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê dike.”

Mihemed Şêxo destnîşan kir ku hikumet debara şêniyan bi kar tîne û nahêle ku madeyên sereke derbas bibin, wê yekê li ser bingeha “ger ez nikarim we te bim, ez ê te wekî xwe bikim” dimeşîne.

Şêxo dibîne ku ev siyaset dûrî exlaqê ye û wiha dewam kir: “Divê hikumet herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin vegerîne ku demografiya wan herêman tê guhertin û dor li sivîlan teng dike. Divê dev ji van siyasetên ku zirarê didin gelê Sûriyê biqere û hesabê ji dagirkeran bixwaze û herêmên dagirkirî vegerîne.”

METIRSIYÊN BERDEWAMKRIINA DORPÊÇÊ

Roj bi roj dor li welatiyan tê tengkirin. Berhemdariyê şêniyên taxê wekî cilên hazir jî êdî rastî astengiyan tên û nahêlin ku derkevin derveyî Helebê.

Her wiha qumaş, dezî û pêdiviyan jî bi dayîna pereyan ji endamên hikumetê re tê derbaskirin. Ew yek jî bandore li nirxên wan dike, xwesteka li ser wan madeyan kêm dibe û pereyên lêçûna wan nayên peyakirin, her wiha nirxê lêçûna kehrebeyê zêde dibe û aloziya sotemeniyê derdikeve.

Bi van pirsgirêkan re, pîşeya dirûnê dikeve xeteriyê ku li her du  taxan yek ji pîşeyên herî belav e.

Li gorî Mihemed Şêxo, li her du taxa û kantona Şejbayê alavên germkirinê nayên peydakirin û ev yek rê li belavbûna nexweşiyan û rûdana karesatên mirovî vedike.Nexasim heke aliyên hiqûqî û rêxistinên navneteweyî nekevin tevgerê û hikumetê neçarî vekirina rêyan û bidawîkirina van kiryarên dermirovî neke.

Li ser bandorên berdewamkirina vê siyasetê jî, Şêxo wiha dibêje: “Hikumet xwe wekî xizmetkara gel nîşan dide, lê di rastiyê de ew gel difetisîne û madeyên herî sereke li ser gel qut dike. Ev nakokî diyarker e. Bila rayedarên hikumetê bizanibin ku ev siyaset xizmeta gel û xizmeta berjewendiyên wan jî nakin, ji ber ku bi van siyasetan gel teşwîqî koçberiyê tê kirin, ev yek jî ji bo her kesî xeter e.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-PAn4x-iX2A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>