Zîb El-Eswed: Hedefgirtina birîndarên şer nîşaneya destdirêjiya li rûmeta gelan e

Zîb El-Eswed, hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji erebeya wî re ya li pêş Mala Birîndaran a li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişloyê şermezar kir û da zanîn ku êrişên li dijî birîndarên şer ên ku şerê DAIŞ’ê û komên çete kirine, nîşaneya destirêjiya li aştî, rûmeta gelan û ewlehiyê ye.

Zîb El-Eswed: Hedefgirtina birîndarên şer nîşaneya destdirêjiya li rûmeta gelan e
26 tebax, 2021   06:03
DÊRAZOR- FATME EL-EBID

Dema yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Zîb El-Eswed serdana Mala Birîndaran a Qamişloyê dikir, droneke dewleta Tirk a dagirker erebeya wî kir hedef. Di encamê de ew û du endamên rêveberiya Mala Birîndaran birîndar bûn.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Şîkwar Zerîk (Zîb El-Eswed) ji ajansa me re axivî û behsa tevlêbûna xwe ya di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de kir.

Zîb El-Ewsed wiha diyar kir ku ew û xwişka xwe ji destpêka damezirandina YPG, YPJ`ê ve tev li refên wan bûn û got: “Armanc ew bû ku em li hemberî hemberî dewleta Tirk a faşîst bisekinin.”

Zîb El-Eswed wiha domand: “Ji wê demê ve em cihê xwe di hemû pêngavên leşkerî de yên li dijî zihniyet û hişmendiya dewleta Tirk, çeteyên wê, Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê de digirin. Em tev li pêngavên leşkerî yên Kobanê û Minbicê bûn.”

Zîb El-Eswed diyar kir ku ciwanên hemû pêkhateyên herêmê tev li nava hêzên leşkerî bûn û cihê xwe di şerên rizgarkirina Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê de girtin.

Her wiha Zîb El-Eswed destnîşan kir ku ew di pêngavên leşkerî de tevî xwişka xwe birîndar bûne. Lê ji ber ku birîna xwişka wî ji ya wî girantir bû xwişka wî neçar dimîne li Qamişloyê bi cih bibe û ew jî niha cihê xwe di fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrozê de digire.

‛DETAYÊN HEDEFGIRTINÊ’

Dema Zîb El-Eswed serdana xwişka xwe û hevrêyên wê yên birîndar dikir, ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de û çeteyên wê de birîndar bûne, droneke girêdayî dewleta Tirk a dagirker erebeya Zîb El-Eswed li pêşiya Mala Birîndaran a li Qamişloyê kir hedef.

Zîb El-Eswed têkildarî vê yekê ev tişt got: “Ez nikarim wê dîmenê wesif bikim, dîmeneke gelekî hov û neexlaqî bû. Ev êriş li dijî hemû pîvanên navneteweyî û herêmî ye.”

‛ÊRIŞA LI DIJÎ BIRÎNDARÊN ŞER ÊN KU LI DIJÎ DAIŞ`Ê ŞER KIRINE, DESTDIRÊJIYA LI DIJÎ AŞTIYA GELAN E’

El-Eswed piştrast kir ku hedefgirtina Mala Birîndaran, hovîtî û kîna dewleta Tirk a dagirker a li hemberî gelên herêmê nîşan dide û wiha pê de çû: “Hedefgirtina sembolên berxwedana li dijî çeteyan û komên alîgirên dewleta Tirk a dagirker, îsbat dike ku ew destdirêjî ewlehiya gelan dike.”

Zîb El-Eswed ew êriş wek êrişeke li dijî cihên pîroz, rûmeta gelan û bêrêzdariya li hember qanûnên navneteweyî bi nav kir û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ev yek zihniyeta dijminane ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan dide.”

El-Eswed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bênavber êrişî sivîlên Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê dike. Bi wê re debara jiyanê ya şêniyan dixe xeteriyê. Li gelê wê jî çeteyên dagirkeriya Tirk mal û milkên şêniyan, pezên wan didizin.

‛QSD`Ê BÊ CUDAHÎ HEMÛ PÊKHATEYAN DIPARÊZE’

Zîb El-Eswed di dawiya axaftina xwe de xîtabî gelên herêmê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: “QSD`ê hemû pêkhateyên herêmê bê cudahî diparêze. Em ê we biparêzin, biratiya gelan û jiyana hevbeş a azad û demokratîk biparêzin. Em ji dayikên şehîdan re piştrast dikin ku em ê heta dawiyê li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin. Da ku gelê me di nava aştî û azadiyê de be.”

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirin. Di 16 û 17`ê Tebaxê de êrişî Şengalê kir û di 19`ê Tebaxê de jî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û erebeya Rênas Roj li ser rêya Elî Fero ya di navbera Qamişloyê û Hesekê de bombebaran kir. Her wiha di 22`yê Tebaxê de droneke girêdayî dewleta Tirk a dagirker erebeya Zîb El-Eswed kir hedef. Hema bêje rojane gundên Til Temir, Zirgan, Minbic, kantona Şehba û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrîna dagirkirî tên topbarankirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QQ2eyAVhzYs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>