Selman Barudo: Rêveberiya Xweser dê pembo bi hezar û 950 lîreyî ji cotkaran bikire

Selman Barudo piştrast kir ku Rêveberiya Xweser dê tevahiya pembo ji cotkaran bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê bikire. Her wiha bi bîr xist ku dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê û kêmkirina ava çemê Firatê bandoreke neyînî li aboriya herêmê kiriye.

Selman Barudo: Rêveberiya Xweser dê pembo bi hezar û 950 lîreyî ji cotkaran bikire
26 tebax, 2021   05:35
REQA- XALID EL-CUMA

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî genim, pembo ji girîntirîn berhemên çandiniyê ye. Derfetên kar di gelek warên pîşeyî, çandî û bazirganiyê de ji şêniyên herêmê re peyda dike. Lê di çend salên dawîn de, bi taybet îsal ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li ser herêmê kêm kiriye, çandina pembo paşde çûye.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê îsal derdora 30 hezar hektar zevî bi pembo hatine çandin, ev rêje sala borî 37 hezar hektar bû.

Desteyê buhayê kîloya pembo bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê li gorî kalîteya wê diyar kir. Desteyê di daxuyaniyeke xwe de piştrast kir ku ew ê tevahî berhema pembo ji cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikire.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barudo ji ajansa me re axivî û got: “Li herêmên me gelek berhemên stratejîk mîna genim, garis, ceh û pembo hene. Ji aliyê girîngiyê ve genim di rêza yekemîn de ye û piştre pembo ye.”

Barudo wiha domand: “Pembo madeyên pêşîn ên gelek kargehan peyda dike. Her wiha derfetên kar  jî ji gelek şêniyên herêmê re peyda dike.”

Barudo piştrast kir ku deste dê tevahiya pembo ji cotkaran li gorî buhayê diyarkirî bikire.

BUHAYÊ PEMBO ÇAWA TÊ DIYARKIRIN?

Barudo diyar kir ku Desteya Aborî û Çandiniyê her sal ji gerînendetiyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ku civînan li dar bixe da ku rûberên ku bi pembo hatine çandin û dê miqdara hiberînê çi qas be û lêçûna her donimekê nas bikin.

Barudo destnîşan kir ku deste hemû nirxandin û pêşniyarên gernîndetiyên çandiniyê lêkolîn dike û li gorî wê civînekê bi Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber û Rêveberiya Giştî ya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Koordînasyona Yekitiya Cotkaran re li dar dixe da ku buhayekî fermî ji bo kirîna berhemê diyar bike. 

Barudo daxuyand ku îsal buhayê kîloya pembo bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê hatiye diyarkirin.

NAVENDÊN WERGIRTINÊ HAZIR IN

Her wiha Selman Barudo piştrast kir ku ji bo wergirtina pembo navend û kadroya  dê xebatên wergertinê bişopîne, li hemû herêman hazir in.

Barudo wiha pê de çû: “Me 4 navend amade kirin, 2 li Reqayê ne; navenda Şinînê û Kebeş, yek li Dêrazorê û yek jî li Hesekê ye.”

‘SÛCÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER BANDOREKE NAYÎNÎ LI HERÊMÊ DIKIN’

Barudo bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Ev sûc bi awayekî neyînî bandorê li aboriya herêmê bi giştî dike, bi taybet çandinî.”

Selman Barudo di dawiyê de got: “Li Girê Spî û Serêkaniyê rûberên mezin bi pembo dihatin çandin, berhema wê baş bû. Lê ji ber ku ew herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, vê yekê bi awayekî neyînî bandor li aboriya herêmê kir.”

Li gel bêdengiya navneteweyî û ya hikumetên Iraq û Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kêmkirina ava çemê Firatê didomîne ku jiyana şêniyan bi giştî dixe xetereyê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m1oYXAgzJPY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>