Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin

Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo li Dêrikê bi dirûşmeya "Zarokên me mûm û pêşengên pêşerojê ne" şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin
Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin
Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin
Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin
Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin
Li Dêrikê şahiyek ji zarokan re hat lidarxistin
25 tebax, 2021   17:47
QAMIŞLO

Bi sedan zarokên bajarê Dêrikê û malbatên wan li Xwaringeha Çarçila kom bûn da ku tev li şahiya zarokan bibin. Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo bi hevkariya bi Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrikê re şahî orgenîze kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Koma Kulîlkên Kurdistanê çend stran vegotin û dûvre koma Şehîd Nalîn û koma Stêrkên Qereçoxê jî çend stran û govendên follklorîk pêşkêş kirin.

Piştî stran bi dawî bûn, pêşbirka pirs û bersivên zarokan hat lidarxistin.

Şahî bi belavkirina xelatan li zarokan bi dawî bû.

(eh)

ANHA