Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 2 welatî û zarokekî kir

2 welatî û zarokekî dema dixwest sînorê di navbera Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, leşkerên dewleta Tirk îşkence li wan kir.

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 2 welatî û zarokekî kir
25 tebax, 2021   11:29
QAMIŞLO

Duh saet di 07:30`an de Elî Salih (32), Samir Mihemed (17) û Mihemed Mihemed (30) dema dixwest sînorê di navbera bajarê Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, cendirmeyên dewleta Tirk îşkence li wan kir.

Kesên îşkece li wan hatî kirin ji nûçegihana me re ragihand ku leşkeran bi parçeyên hesin li wan xist, kehrebe dan wan û gotinên xirab ji wan re gotin, her wiha hemû pere û alavên bi wan re ji wan standin û paşê ew ber bi dîwarê li ser sînor ku 5 metreyan bilind e, avêtin.

Elî Salih ji ANHA`yê re wiha got: "Saet di 07:30`an de em ji gundê Til Zîwan ê ku 13 km dûrî Qamişloyê derketin û em ber bi sînorê bakurê Kurdistanê ve çûn. Li wir û derdora saet 09:30`an nêzî 25 leşkeran em girtin."

Elî Salih diyar kir ku dema hatin girtin, leşkeran gotinên xirab ji wan re gotin û lê dan.

Elî destnîşan kir ku leşkerên dewleta Tirk saet 01:30`ê şevê û piştî ku ciwanan xwestekên wan bi cih neanîn, ew avêtin ber dîwarê li ser sînor.

Elî Salih wiha domand: "Ji me xwestin ku em nêzî 100 metreyî ber bi xaka Sûriyê ve vegerin û careke din bi bezê ber bi sînor ve birevin. Ji ber leşkeran xwest dîmenên me bikişînin da ku rastiyê berovajî bikin ku wan îşkence li me nekiriye û şûna îşkenceyê ya li ser laşê me, ji ber revînê ye." 

Her wiha Elî Salih got cilên jinan di nuqteya li ser sînor de hebûn û ev yek jî diyar dike ku jin jî girtî ne.

Leşkerên Tirk îşkence li zarokek (11) û jinekê (25) kiribû û tecawiz lê kiribû. Her wiha 8`ê Tebaxê li ciwan û mêrekî xistin dema dixwestin sînorê di navbera Qamişlo û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin.

18`ê Tebaxê saet di 03:00`an bi şev leşkerên dewleta Tirk zarokê bi navê Ehmed Salih (16) û Mehmûd Salih Meter (17) dema dixwestin sînorê di navbera navçeya Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, îşkence lê kiribû.

(bx)

ANHA