Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê nuqteyên hev topbaran kirin

Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên Helebê topbaran kirin. Hêzên hikumetê jî nuqteyên çeteyan ên li Lazîqiyê û Idlibê kirin hedef.

Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê nuqteyên hev topbaran kirin
25 tebax, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên “Odeya Operasyonên El-Fetih El-Mûbîn” bi hewanan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora bajarokê Mêznaz ê rojavayê Helebê topbaran kirin. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê derdora bajarokê Maret El-Nesan ê Idlibê û gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê nuqteyên leşkerî yên çeteyan li Diwêr El-Ekrad û girên Kebane yên li bakurê rojhilatê Lazîqiyê, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanê “herêma bêçek” geriyan.

(cx)