​​​​​​​Sema Begdaş bang li gelê herêmê kir: Parastina cewherî xurt bikin

Sema Begdaş diyar kir ku hemû welatên ku Kurdistanê dagir dikin dixwazin gelê Kurd û pêkhateyên ku banga azadiya xwe dikin, lawaz bikin. Sema bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk parastina cewherî xurt bikin.

​​​​​​​Sema Begdaş bang li gelê herêmê kir: Parastina cewherî xurt bikin
25 tebax, 2021   00:47
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Lê li hemberî van êrişan helwesta hêzên li herêmê ne zelal e.

Girêdayî mijarê berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş got: "Ev êriş ji destpêka alaziya Sûriyê ve nesekinîne. Dewleta Tirk destpêkê bi rêya DAIŞ'ê êriş kir, ku rasterast destek dida wê û hewl dida van herêman dagir bike. Lê piştî têkçûna DAIŞ'ê Tirkiyê bi xwe destwerdan kir da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike."

Sema Begdaş ji ANHA'yê axivî û diyar kir ku kurdan projeyeke demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kir, ev proje mafên hemû pêkhateyên li Sûriyê misoger dike, lê ev li xweşiya Tirkiyê nehat, ji ber vê yekê hemû hêza xwe bi kar tîne da ku vê projeyê têk bibe.

Sema Begdaş bal kişand ser vekirina nûnertiyên Rêveberiya Xweser li gelek welatan û hewldanên naskirina rêveberiyê û beşdarkirina wê di porseya pêşerojê de û got, Tirkiyê hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî û dîplomasî li dijî herêmên ku şêniyên wê DAIŞ'ê têk birin, bi kar tîne.

‛ÇIMA HIKUMETA ŞAMÊ BERSIVA DAGIRKERIYA TIRK NADE?’

Hikumeta Şamê di gelek daxuyaniyên xwe de dibêje ku ew yekitî û serdestiya Sûriyê diparêze, lê rojekê guleyeke tivinga xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide beşên ji xaka Sûriyê qut bike, neteqandiye.

Têkildarî binpêkirinên ku li ser sînorê Sûriyê têne kirin Sema Begdaş wiha got: "Ya ku li Efrînê rû dide, binpêkirineke eşkere ji serdestiya Sûriyê re ye, lê hikumeta Şamê ev dosya nexistiye destê Konseya Ewlekariyê da ku ji bo derxistina dagirkeriyê ji herêmên Sûriyê bixebite."

Berdevka PYD'ê diyar kir ku di navbera hemû dewletan de xaleke hevbeş heye ew e ku gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz lawaz bikin da ku desthilata xwe ferz bikin û got: "Tevî hewldanên me yên çareserkirinê û bangên me yên guhertina hin madeyên destûrê, lê hikumeta Şamê di pergala xwe ya berê de israr dike, herêmê naparêze û dixwaze Rêveberiya Xweser lawaz bike. Dixwazin gelê Kurd lawaz bikin, ji ber ku Kurd pêşengtiya projeya demokrtaîk a çareserkirina aloziya Sûriyê dike."

‛ÇIMA RÛSYA ÇAVÊN XWE LI SER ÊRIŞÊN TIRKIYÊ GIRTÎ NE’

Di Cotmeha 2019'an de Amerîka û Rûsya bi dewleta Tirk a dagirker re peymanên agirbestê îmze kirine, lê ji destpêka peymanê ve dewleta Tirk êrişên xwe ranewestandine, bi sedên caran li ber çavên her du dewletan êrişan pêk tîne, lê her du jî bêdeng in.

Li ser vê mijarê Sema Begdaş wiha got: "Dema êrişên dewleta Tirk dest pê kirin peyman hebûn ku careke din êriş çênebin, lê mixabin ev êriş nesekinîn. Tirkiyê bi domdarî herêmên Zirgan, Til Temir û deverên din topbaran dike. Lê dewletên sponserên peymanê tu helwest nîşan nedane. Ev dide diyarkirin ku ew jî şirkên êrişan in."

Sema îşaret pê kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazn, bi rêya îstîxbarat û şerê taybet sivîl û sazî û kesên di Rêveberiya Xweser de bike hedef û wiha pê de çû: "Ev hewldan ji bo hedefkirina gelên herêmê ye. Beriya demekê komkujiyeke li dijî malbateke ereb pêk anî. Eşkere ye ku ev êriş li dijî projeya demokratîk û jiyana hevbeş e."

Sema Begdaş diyar kir ku tevî hevdîtinên rêveberiyê bi van dewletan re lê êrişên dewleta Tirk bi dawî nebûn, lê zêdetir bûn.

‛ÇIMA AMERÎKA ERKA XWE YA PARASTINA QADA ASÎMANÎ PÊK NAYÎNE?’

Der barê helwesta Amerîkayê ya li hemberî êrişên hawayî yên dewleta Tirk de, Berdevka PYD'ê diyar kir ku Tirkiyê endameke NATO'yê ye û berjewendiyên wê bi Amerîka û Rûsyayê re hene û wiha domdarî da axaftina xwe: "Amerîka hewl dide şer sivik bike, ji ber ku armancên wê yên stratejîk hene û hewl dide hevsengiyekê çêbike. Lê heta niha rola xwe ya aktîv ji bo rawestandina êrişan û sînordarkirina êrişên hawayî yên li dijî sivîlan bi cih nayîne. Dîsa jî li hemberî êrişên hawayî tu helwestên pratîkî li ser erdê nedaye."

Girêdayî bandor û xeteriyên berdewama êrişên Tirkiyê Sema Begdaş daxuyand ku dewleta Tirk hewl dide aloziyê biafirîne, ev yek dê careke din DAIŞ'ê vegerîne û got: "Tirkiyê hewl dide aramiyê xirab bike da ku zemîna vegera DAIŞ'ê amade bike û projeya xwe ya stratejîk a zindîkirina Mîsaqa Millî ji bo sala 2023'yan pêk bîne."

Sema Begdaş bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li derdora Rêveberiya Xweser bicivin û got: "Me dît ku li Efganistanê çi çêbû, ruxmî ku hêza wî ji 300 hezar leşkerî hebû lê nedikarî Efganistanê biparasta."

Berdevka PYD'ê Sema Begdaş wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Parastina cewherî anku xwenespartina tu hêzî ye, êrişên ne tenê li dijî gelê Kurd e, divê hemû pêkhate ji siyasetên Tirkiyê hişyar bin."

ANHA