Li Beyrûtê ji bo şehîdên Til Temirê merasîmeke hate lidarxistin

Li paytexta Lubnan Beyrûtê ji bo şehîdên êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser navçeya Til Temirê merasîmeke hate lidarxistin.

Li Beyrûtê ji bo şehîdên Til Temirê merasîmeke hate lidarxistin
Li Beyrûtê ji bo şehîdên Til Temirê merasîmeke hate lidarxistin
Li Beyrûtê ji bo şehîdên Til Temirê merasîmeke hate lidarxistin
24 tebax, 2021   13:47
BEYRÛT

Li paytexta Lubnan Beyrûtê ji bo endama konseya Leşkerî ya YPJ û endama konseya Leşkerî ya QSD'ê Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat), ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Peywan Remedan (Egîd Girkê Legê), şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Elî El-Xerze (Rûbar Hesekê) û şervanê QSD'ê Seyfullah Ehmed ên ku 19'ê Tebaxê di êrişa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Til Temirê şehîd bûn û fermandarê YPG'ê Selahedîn Şehabî (Rênas Roj) ê di êrişa dewleta Tirk a li ser rêya Elî Fero ya Qamişloyê de şehîd bûn merasîmê bîranînê hate lidarxistin.

Merasîm ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk û Kongreya Star ve hate lidarxistin. Bi dehan kurdên li Lubnanê beşdarî merasîmê bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebduselam Ehmed sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîdên pêşengên me ne, şehîd welatan ava dikin."

Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kirin û got: "Îradeya gelê me ji hemû planên dijmin xurttir e."

Endama Kongreya Star Zaxo Şiyar şehîd bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan da.

Xwişka şehîd Sosin Bîrhat, Cîhan Mihemed behsa kesayeta şehîd Sosin kir û got, şehîd Sosin beriya ku tev li şoreşa azadiyê bibe endameke Koma Agirî ya Dîlanan bû û bi destpêka şoreşa Rojava re berî xwe da Rojava û ji bo jiyaneke azad û demokratîk têkoşiya.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA