Berpirsekî îranî têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li girtîgeha Evîn li xwe mikur hat

Serokê Rêxistina Girtîgehan a Îranê Mihemed Mehdî Hac Mihemedî got dîmenên îşkenceyê yên li girtîgeha Evîn a Tehranê, rast in.

Berpirsekî îranî têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li girtîgeha Evîn li xwe mikur hat
24 tebax, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press ku Mihemed Mihdî Hac Mihemed li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha belav kir: "Ez berpirsyariya rêbazên ku di girtîgehê de ku muxalîfên siyasî û girtiyên biyanî tê de hene û nayên qebûlkirin, radikim."

Her wiha Hac Mihemed soz da ku bûyerên bi vî awayî neyên dubarekirin û hesab ji berpirsan were xwestin.

(bx)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T5TdIJrkecM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>