'Êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan sûcekê şer e'

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê got, êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in û bang li gel kir ku îxanet û komployan teşhîr bikin.

'Êrişên dewleta Tirk ên li ser sivîlan sûcekê şer e'
24 tebax, 2021   13:56
HESEKÊ

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker, Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ya Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endama meclisê Zehra El-Ehmed ve hate xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Êrişên dagirkeriya Tirk a faşîst û çeteyên wê dikevin xana sûcên şer. Di hefteya borî de nexweşxaneya gundê Sekêniyê yê Şengalê bombebaran kir û îroj jî Rojava bombebaran dike û di encamê de bi dehan sivîl şehîd bûn.

Divê em gel, bi taybet çîna ciwanan li ser fîtneyên dijmin dixwaze derxe hişyar bikin. Ev êriş hêz û israr me ya şopandina Rêveberiya Xweser û parastina wê xurt dike. Em Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê di vê merheleya ji têkoşîna Kurdistanê de xîtabî Erdoganê faşîst dikin ku em li hember kîna te ya li dijî Kurd, Ereb, Suryan û Asûr bi hêz in.

Divê hevgirtî be, hişyar be, îxanet û komployan teşhîr bike. Her wiha divê civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dewleta Tirk li ser sûcên wê ceza bike."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Syo2YXPFu8Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>