Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên li ser Til Temirê didin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Til Gerebêt ê bakurê rojavayê navçeya Til Temirê bi dijwarî topbaran dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişan didin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiva êrişên li ser Til Temirê didin
24 tebax, 2021   12:46
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li gundê Erîşa bi cih bûne, gundê Til Gerebêt topbaran dikin.

Nûçegihanê me ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran didin û nuqteyên çeteyan topbarn dikin.

(cx)

ANHA