NY: Li Efganistanê binpêkirinên li dijî jinan gihaştine asta sûcên li dijî mirovahiyê

NY`yê ragihand ku raporek têkildarî binpêkirinên Talîban li Efganistanê pêk tîne, bi dest xistiye û her wiha diyar kir ku binpêkirinên li dijî jinan têne kirin, gihaştine asta sûcên li dijî mirovahiyê.

NY: Li Efganistanê binpêkirinên li dijî jinan gihaştine asta sûcên li dijî mirovahiyê
24 tebax, 2021   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsera NY`yê ya mafên mirovan Michelle Bachelet îro di civîna taybet a Komîteya Mafên Mirovan de got, wan raporên nû têkildarî binpêkirinên ku ji aliyê tevgera Talîban ve li Efganistanê têne kirin, bi dest xistiye. Her wiha destnîşan kir ku di raporê de der barê darvekirina sivîlan, ferzkirina qeydan li ser jinan û xwepêşandanên li dijî serweriya Talîbanê de agahî hene.

Michelle Bachelet piştrast kir ku binpêkirinên li Efganistanê çêdibin nayên qebûlkirin û anî ziman ku binpêkirinên li dijî jinên Efganistanê gihaştine asta sûcên li dijî mirovahiyê.

Her wiha piştrast kir ku bi sed hezeran gelê Efganistanê ji ber tirsa Talîbanê ji welat direvin.

Nûnerê Efganistanê di Komîteya Mafên Mirovan de got pêwîstiya rewşa li welat bi lêkolîneke lezgîn heye û destnîşan kir ku bi milyonan gelê Efganistanê ji mafê xwe yê perwerdeyê bûye.

(bx)