Ji destpêka Tebaxê ve Rûsya li herêmên "bê çek" 52 êrişên hewayî pêk anîne

Îro di encama bûyerên sûîqestkirinê de ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Idlibê pê kanîn, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Li aliyekî din balafirên şer ên Rûsyayê 4 êriş li dora gundekî rojavayê gundewarê Idlibê pêk anî.

Ji destpêka Tebaxê ve Rûsya li herêmên "bê çek" 52 êrişên hewayî pêk anîne
24 tebax, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li eniya gundê Milace yê başûrê gundewarê Idlibê 2 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Têkildarî mijareke din balafirên şer ên Rûsyayê dora gundê Kefermîd ê çiyayê El-Westanî yê rojavayê gundewarê Idlibê 4 caran bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji destpêka Tebaxê ve êrişî herêmên "bê çek" dike, bi vê êrişa dawî re hejmara derbeyan gihaşt 52 derbeyan.

(şx)