Şaneyên veşartî li kampa Holê 2 zarok revandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li kampa Holê 2 zarok hatine revandin. Hate zanîn ku kesên ku zarok revandine, cil û bergên leşkerî li xwe kiribûn.

Şaneyên veşartî li kampa Holê 2 zarok revandin
24 tebax, 2021   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh daxuyaniyek da û tê de detayên bûyerê eşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye: “Komên terorîst û şaneyên veşartî li kampa Holê cil û bergên hêzên me yên leşkerî li xwe dikin, niştecihên kampê talan dikin û pereyên wan didizin. Her wiha ev kom ewlehiya li kampê têk dibin û fitneyê di navbera niştecihên wê de belav dikin û zarokan direvînin.

Herî dawî 2 zarokên bi navên Ruqeye Mihemed Mihemed a 4 salî û Semer Mihemed Mihemed a 3 salî ku sêwî ne, revandin.

Ew kom hewl didin hêzên me reş bikin û ewlehiya li herêmê bi giştî têk bibin.

Em liv û tevgera van şaneyên terorîst dişopînin, em ê di demeke nêz de wan bigirin û radestî edaletê bikin da ku werin cezakirin.”

(şx)

ANHA