Artêşa dagirker gundên navçeya Zirganê daye ber topan

Di van kêliyan de gelek gundên navçeya Zirganê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên topbarankirin.

Artêşa dagirker gundên navçeya Zirganê daye ber topan
24 tebax, 2021   07:51
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ggundên Til El-Werd, Niwêhan, Xirbet Şiîr, Rebîat, El-Ebûş, Xidirawî û Bab El-Xêr  ên girêdayî navçeya Zirganê, bi çekên giran topbaran dikin.

Artêşa dagirker li wan gundan yekser sivîlan dike hedef.

ANHA