Serdemeke din ji tarîtiyê li benda jinên Efgan e

Piştî ku tevgera Talîban Efganistan desteser kir, careke din çarenûsa jinên Efgan bi tarîtiyê re rû bi rû ye. Ruxmî ku tevgerê soza guhertina zihniyeta xwe li hemberî jinan dabû, lê tu hêvî li asoyan xuya nakin. Şopînerên rewşê dibêjin ku yekane rêya rizgariya jinên Efgan têkoşîn e.

Serdemeke din ji tarîtiyê li benda jinên Efgan e
24 tebax, 2021   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞEYMA ELÎ- LÎLAV DÊWANÎ

Ji 15`ê Tebaxê ve piştî derketina serokê Efganistanê Eşref Xenî ji welêt û desteserkirina Talîbanê li ser hikumê Efganistanê, carek din çarenûsa jinên Efgan ne zelal e. Gelek derdor li ser pêşeroja jinan li Efganistanê di bin siya Talîban de metirsîdar in. Çavdêr dibêjin ku jin qurbaniyên bûyerên li Efganistanê ne.

Tevgera Talîban got ew ê qanûnan derxe da ku beşdariya jinan di qadên jiyanê de misoger bike. Berdevkê Talîbanê Zebîhallah Mucahid jî raporên têkildarî zewcandina jinan bi darê zorê, derewandin.

Berdevkê Talîbanê got, “Talîban plan nake ku tecrîdê li ser jinan ferz bike, ew ê bihêle ku beşdarî perwerdeyê û kar bibin, lê belê divê destmala serî li xwe bikin.”

Ajansa Associated Press jî got, piştî ku Talîbanê Kabul desteserkirin, nehiştiye xwendekara têkiliyên navneteweyî û çalakvana Efgan Eyşe Xoram (22) derbasî zanîngeha xwe li Kabulê bibe û neçar kirine ku ew vegere malê.

Gelek raporan eşkere  kir ku endamên Talîban diçin malên welatiyan û lîsteyan bi hejmarên jin û keçên di navbera 12 û 45 saliyê de amade dikin, da ku wan bi darê zorê bi endamên tevgerê re bidin zewicandin. Di heman demê de Talîbanê qedexe kiriye ku jin bêyî mêran ji malên xwe derkevin. Di raporan de her wiha tê destnîşankirin ku jin êdî nikarin kar bikin, bixwînin an jî cilên dixwazin bi serbestî li xwe bikin û gotin ku dibinstan jî hatine girtin.

`DAXUYANIYÊN DEREW`

Têkildarî daxuyaniyên Talîban ên girêdayî parastina mafên jinan, mamosteya zanistên siyasî Fernaz Etiyê got, “Talîbanê soza da ku azadiya jin û çapemeniyê biparêze. Lê belê ev soz pêk neanîn. Daxuyaniyên wê demkî û derew in, mînaka wê jî kuştina rojnamevanekî ji aliyê Talîban ve ye. Ew rojnamevanekî ajanseke almanî bû. Ne gengaz e ku tevgereke radîkal veguhere tevgereke ku bi mafên azadî, demokrasî û mafên mirovan bawer.”

`REWŞA JINÊN EFGAN DI NAVBERA SALÊN 1996`AN Û 2001`AN DE`

Dema Talîbanê di sala 1996 û heta 2001`an desthilata Efganistanê desteser kir, jinên Efgan ji perwerdeyê, xebatên siyasî, kar û derketina ji malê - ji bilî ku mêrek pê re hebe- hatin mehrûmkirin û lixwekirina destmalê, zewicandina bi darê zorê, kuştina bi keviran (recimkirin) û kiryarên din ên dermirovî, li ser jinan hatibûn ferzkirin.

Li herêmên di bin serweriya Talîbanê de, binpêkirinên li dijî jinan ranewstiyan, her wiha li herêmên berê ên di bin desthilata Talîbanê de jî li dijî jinan sûcên binpêkirinê pêk anîn. Li gorî raporan, yek ji jinên Efgan ku hemû kurên wê bi destê endamên Talîbanê hatin qetilkirin, dibêje ku Talîbanê hevjînên kurên wê neçarî zewicandina bi endamên xwe re kirine, her wiha keçeke wê ji malê revandine.

Siyasetmedara Kurd Eyşe Efendî jî behsa rewşa jinên Efgan di navbera salên 1996`an û heta 2001`an de kir û wiha got: “Tevgera Talîban xwedî îdeolojiya îsalama selefî ye. Di dema hikumê xwe de, jinên Efgan ji mafên wan ên sereke wekî perwerde, kar û azadiya nêrînê mehrum kiribûn.”

`GELO TEVGERA TALÎBAN HATE GUHERTIN?`

Fernaz Etiyê wiha nirxandina xwe dewam kir: “Rewşa Efganistanê niha ji berê çi ferq dike? Gelo Talîbanê xîtabeke nû û feraseteke nû pêşkêş ki, an jî nifşekî nû ji fermandariyên ronakbîr pêşkêş kir? Gelo ronesanseke fikrî û nêrînên ji berê cudatir li cem wê hene? Bawer im ev tişt pêk nehatin. Bi wê yekê dê rewş wekî berê bimîne. Heke guhertin bê çêkirin jî, dê ne mayînde ne jî dirust be, dê guhertineke mezin çênebe. Jin ji vê yekê pir ditirsin. Ji bo jinên Efganistanê wê rewşeke kirêt be, bi taybetî ji bo jinên ji etnîk û olên din dê zordarî li ser wan bê meşandin.”

Fernaz Etiyê diyar kir ku vegera Talîbanê li ser hikumê Efgansitanê, tê wateya vegera desthilatdarî û zordariya ku li djiî gelê Efgan bi giştî û li dijî jinan bi taybet, her wiha tê wateya vegera tundiya sîstematîk a li dijî jinan. Fernaz her wiha destnîşan kir ku jinên ne musliman diviyabû rengên cuda yên cilan li xwe bikin, diviyabû destmalê li xwe bikin, herî zêde jin ji vê yekê ditirsin.”

‛JINÊN EFGANÎ JI VEGERA LI "SERDEMA TARÎTÎ" METIRSÎDAR IN’

Têkildarî tirsa ji vegera Talîbanê li ser desthilatê re Fernaz Etiyê wiha domand: "Tevahî efganî, bi taybet jin û gelek dewletên ewropî û ne ewropî heta dewletên Rojhilata Navîn ji vegera careke ya Talîbanê li ser desthilatê re metirsîdar in. Ji ber vegera wê dê bihêle Efganistan bibe erdekî herî guncaw ji terorê re û tiştekî ku dê wê neçar bike ku siyaseta xwe biguher jî tune be. Berojvajî guhartina siyaseta xwe dê hewl bide şaştî û çewtiyên berê derbas bike da ku cihê xwe di desthilatê de xurt bike û berdewam bike."

Jinên efganî ji vegera li serdema tarîtî ya ku Talîbanê Efganistan bi rê ve dibir, metirsîdar in, têkildarî vê yekê Fernaz Etiyê got: "Jinên efganî ji mafên ku di demên berê de bi dest xistine, ditirsin ku careke ji dest bidin. Her wiha ditirsin ku vegerin serdema tarîtiyê, mafên wan winda bibin û tundî û çewisandina jinan were ferzkirin."

SÛCÊN LI DIJÎ JINAN HEMAN SÛCÊN DAIŞ’Ê NE

Li gorî raporên çapemeniyê, endamên Talîbanê li ser jinan ferz kir ku di malên xwe de bimînin û ji bilî lixwekirina laçikan û kesekî mêr bi wan re hebe dernekevin cihên giştî. Ew jî îşaretê pê dike ku Talîbanê nêrîna xwe ya tundraw a îslamê neguhartiye. Ji ber ku berê li ser jin û keçan perwerdekirin, mûzîk û firandina firokeyên kaxizê qedexe kiribû.

Ev tiştên ku Talîban li dijî jinan ferz dikin, berê jî çeteyên DAIŞ’ê di dema serweriya wê li herêmên Sûriyê û Iraqê de li ser jinan ferz kiribû. Di wê demê de çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzidî direvandin û difirotin û bi zorê bi çeteyên xwe re didan zewicandin. Ji wê zêdetir jî li ser derketina jinan û lixwekirina cilan desthilata xwe dimeşandin ku divê di dema derketina jinan ji malê de, laçikan li xwe bikin û bêyî ku mêrek pê re hebe, divê dernekeve û gelek sûcên dîtir.

Girêdayî vê mijarê, Eyşe Efendî wiha got: "Zihniyeta Talîbanê ji ya DAIŞ’ê ne cudatir e. Ez texmîn nakim ku tu qanûnên parastina jinan digel desthilata Talîbanê de hebin." Her wiha Eyşe Efendî li ser hilweşîna rewşa jinên efganî ji tevahî aliyên jiyanê ve piştî serweriya Talîbanê li ser desthilatê hişyarî da.

Fernaz Etiyê û Eyşe Efendî di aliyê zihniyeta danûstandina DAIŞ û Talîbanê bi jinan re hemfikir in û wiha got: "Ne dûr e Talîban heman sûcên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê kirine pêk bîne, ji çewisandina jinan bigire heta bi destdirêjî çi ji aliyê derûnî yan jî cinsî û firotina jinan ve. Ev sûcên paşverû û paşvemayî tu girêdana xwe ne ji dûr û ne jî ji nêz ve bi îslamê re tune ye. Bê guman dibe ku di destpêkê ev sûc bi awayekî eşkere pêk neyên, lê piştî demeke dirêj dibe ku sûcên tevgera Talîbanê li dijî jinan bi şêweyekî zelal pêk werin."

‛ÇÊKIRIN Û PERWERDEKIRINA AMERÎKA YE’

Li ser piştevaniya ku tevgera Talîban werdigire, Fernaz Etiyê ev tişt got: "Mixabin ev komên tundraw hewl didin rûyê îslam û muslimanan reş bike; ji ber di bingeh de çêkirina rojava ye. Ji lew re divê em demên berê ji dîrokê paşguh nekin û li salên 1990’î, her wiha beriya hilweşîna Yekitiya Sovyet û dawiya salên 80’î baş binêrin. Wê demê em ê bizanin ku Amerîka Talîban çêkiriye, da ku xizmeta wê bike, her wiha rêxistina El-Qaîdê jî çêkir. Ev kom toreke ji girêdan û têkiliyan in û armanca wan hilweşandina dewlet, reşkirina îslamê, xizmetkirina berjewendiyên rojava û têkbirina dahatûyên dewletên Ereb in."

Fernaz Etiyê da zanîn ku dema rola van koman bi dawî bibe, dê Amerîka yan wan têk bibe yan bi awayekî demkî bicemidîne û dema pêwîstî bi wan çêbû dîsa bi kar bîne. Da ku gelek destkeftî û berjewendiyên xwe li dewletên rojava yên li Rojhilata Navîn û dewletên îslamê pêk bîne.

BANGÊN JI BO SEKNA LI HEMBER TALÎBANÊ

Fernaz Etiyê bang li civaka navneteweyî kir ku jin û keçan bi taybet zana bikin û divê rêxistinên navneteweyî yên têkildarî jinan piştevaniya jinên hundirê Efganistanê di aliyên çandî, madî, mirovahî, siyasî, tenduristî û hwd. bikin.

Her wiha Fernaz Etiyê banga sekna li hember fikra tundraw a ku Talîban xwe dispêrê kir û wiha pê de çû: "Divê hemleyên zanakirin, perwerde, pevguhartina fikreyan, piştevaniya jinan û hişyarbûna wan a girêdana bi destkeftiyan li darkevin da ku li hember zihniyeta Talîbanê were sekinandin û civak were rizgarkirin. Divê civaka navneteweyî û dewletên mezin di vê demê de piştevaniya Efganistanê û welatiyên wê bikin û nehêlin xaka Efganistanê bibe cihê terorê, komên teror û vejandina wê."

Di vî warî de, Eyşe Efendî jî anî ziman ku dê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya jinên efganî di aliyên siyasî û moraldayînê de bikin ku mafên xwe li hember zihniyeta tundraw biparêzin û ev li gotina xwe zêde kir: "Divê em tevahî hevgirtî bin û dengê xwe bigihînin cîhanê giştî ku jin mafên xwe yên jiyana birûmet û azadiyê misoger bikin. Ew yek jî bi rêya geşkirina têkiliyên dîplomasî û siyasî di navbera jinên cîhanê de pêkan e."

‛DIVÊ FIŞAR LI TALÎBANÊ WERE KIRIN KU MAFÊN JINAN MISOGER BIKIN’

Têkildarî pêwîstiya fişara civaka navneteweyî li ser Talîbanê Eyşe Efendî wiha berdewamî da axaftina xwe: "Divê civaka naventeweyî Talîbanê hişyar bike ku ger ew mafên jinan bin pê bike yan jî sûcên tundî û qetilkirinê li dijî jinan pêk bîne, dê cezayên aborî yan jî siyasî yan jî leşkerî li ser wê ferz bike."

‛DIVÊ JINÊN EFGANÎ JINÊN KURD JI BO ŞERÊ LI DIJÎ ZIHNIYETA TUNDRAW MÎNAK BIGIRIN’

Eyşe Efendî bal kişand ser 2’yemîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya ku di 30’yê Tîrmeha borî de li Lubnanê li dar ketiye kir û wiha got: "Ji konferansê avakirina hevbendiya jinan hat ragihandin û li ser nuqteya hevbeş a avakirina civakeke ku xwe dispêre azadî û demokrastiyê û tê de wekheviya aktîf heye, li hev kirin. Bi wê re jinên efganî jî dikarin beşdarî vê hevbendiyê bibin û nêrînên xwe yên çareseriyê pêşniyar bikin."

Eyşe Efendî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bê guman metirsî li ser çarenûsa jinên efganî hene. Ji lew re divê jinên efganî hevgirtî bin, qeyd û bendên tirsê bişikînin û dengê xwe bigihînin tevahî cîhanê. Lê ev yek bi geşkirina fikir, rêxistin, têkoşîna li hember zihniyeta desthilat a tundraw û geşkirina têkiliyên dîplomasî yên derve pêkan e. Wekî çawa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka şoreşa Rojava de ku bi şoreşa jinê tê nas kirin û xwe spartin fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a piştevanî û parastina mafên jinan û azadiya wê."

Fernaz Etiyê jî bi vî awayî gotina xwe bi dawî kir: "Ji jinên efganî tê xwestin ku li hember şepêl û blokên tundaw bisekinin û dev ji destkeftî û serkeftinên xwe yên borî bernedin û zanabûnê di nava civaka efganî de belav bikin. Divê tecrûbeyên jinan, mîna jinên sûrî bi taybet jinên Kurd, her wiha tecrûbeyên jinên iraqî mînak bigirin ku çawa li hember DAIŞ’ê û komên tundraw li ber xwe da û ew krîz derbas kir."

ANHA