​​​​​​​Planên dewleta Tirk ên parçekirina xaka Sûriyê berdewam in

Dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê di Tebaxa 2016'an de ji bajarê Cerablusê dest pê kir. Paşê bajarên din dagir kirin û hewl dide qada dgirkeriya xwe berfireh bike. Çawa Enqere helwesta navneteweyî û sûrî bi kar anîn da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û dê çawa sînorek ji zêdegaviyên wê re were dayîn?

​​​​​​​Planên dewleta Tirk ên parçekirina xaka Sûriyê berdewam in
24 tebax, 2021   04:11
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

24`ê Tebaxa 2016`an dewleta Tirk yekem car xaka Sûriyê dagir kir. Tank û panzêrên dewleta Tirk her wiha çeteyên ji Sûriyê derbasî bajarê Cerabulsê yê li ser sînrê dewleta Tirk, bûn.

RIZGARKIRINA TERORÊ

Piştî ku QSD`ê bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ku ber bi bajarê Bab û Cerablusê ve vekişiyan rizgar kir, dewleta Tirk yekser destwerdan kir. Her du bajar gelek salan weke dergeh ji bo derbaskirina bi hezeran çeteyên biyanî û malbatên wan ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve hate bikaranîn, her wiha bibû nuqteya destpêkê ya êrişên li ser herêmên din ên Sûriyê.

Çeteyên DAIŞ`ê nêzî 5 salan di bajarê Bab û Cerablusê de man. Li gorî rapor û belgeyan, dewleta Tirk wê herêmê weke dergeh bikar tîne da ku terorîstên biyanî ber bi herêmên din ên Sûriyê ve bişîne. Dewleta Tirk jî îdiya kir ku ew destwerdanê dike da ku şerê DAIŞ`ê bike. Bajar di nava du saetan de de bi rêya şanoyekê ku dewleta Tirk û çeteyên wê  baş amade kiribû bi bin ket. Li Cerablusê jî DAIŞ`ê cilên xwe ji xwe kirin û cilên çeteyên din ên girêdayî dewleta Tirk li xwe kirin.

Şopdarên rewşê gotin, armanca dewleta Tirk ji dagirkirina bajarê Cerablusê  da ku şerê QSD`ê bike û derfetê nede ku çeteyên DAIŞ`ê bi temamî têk bibe, nemaze ku ji destpêkê ve DAIŞ`ê destekê ji dewleta Tirk digre.

ERÊKIRINA AMERÎKA Û BARZANÎ

Di wê demê de berpirsekî dewleta Tirk got, êrişa bi navê Diri El-Firat (Mertalê Firatê) ji ber xwesteka dewleta Tirk ku derfetê nede QSD`ê da ku Cerablusê rizgar bikin, hate destpêkirin.

Bi vê destwerdanê re Cîgirê Serokê Amerîkayê di wê demê de Joe Biden serdana Tirkiyê kir. Joe Biden di serdana xwe de xwest ku gûmanê der barê têkiliyên DYA`yê bi dewleta Tirk re tune bike ku yekser destek da tevgerên dewleta Tirk li Sûriyê.

Beriya wê jî di 23`ê Tebaxa 2016`an de Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî li ser vexwendina ji aiyê Recep Tayyîp Erdogan ve bi awayekî fermî serdana paytexta Tirkiyê Enqereyê kir.

Li gorî dezgehên çapemeniyê Mesûdê Barzanî destek da tevgerên dewleta Tirk û êrişî PKK`ê kir. Ev jî piştî ku Mesûdê Barzanî di sala 2013`an de îdiya kir ku şoreş li Rojava tune ye û çeteyên Artêşa Azad tu komkujî li dijî Kurdên li Til Eran û Til Hasilê pêk neanîne, hate kirin.

DÎROK DÛBARE DIBE

Hilbijartina dîroka 24`ê Tebaxê ji bo dagirkirina xaka Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve ne ji xwe ve hat. Di vê rojê de 500 sal li ser şerê Mec Dabiq derbas bûn ku Osmanî li dijî Memalîkan bi ser ketin. Piştî wê dewleta Osmanî dest bi dagirkirina Sûriyê kir û paşê cîhana ereban da ber xwe. Dagirkirin nêzî 400 salî dewam kir ku di van salan de xizantî û paşketin belav kiribû.

Beriya 500 salî şerê Mec Dabiq destpêkirina dagirkirina Osmanî ya demdirêj ji Sûriyê û cîhana ereban re bû ku dewleta Tirk zêdetir xaka Sûriyê qut kir.

Dewleta Tirk bi rêya peymana "herêmên bêçek" ên bi Rûsya û Îranê re hebûna xwe li gundewarên Idlib, Heleb, Laziqiye û Hemayê îsbat kir, her wiha  bi hevkariya Rûsî – Amerîkî – Ewropî Cerablus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

/kr/uploads/files/2021/08/23/195847_whatsapp-image-2021-08-22-at-1.58.08-pm.webp

Têkildarî mijarê mûxalif û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas wiha axivî: "Peymanên îdeolojîk ên serweriyê û vîna serdestkirinê ya AKP`ê her wiha xebatên ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe weke hikûmet û beşeke siyasî ku dixwaze hêza xwe li Tirkiyê dewam bike."

Qesas wiha domand: "Ev sedem hemû bi hevre li piştî dayîna helwestên xwe ji bûyerên li Sûriyê sekinî. Paşê çi destekdayîna ji hêzên îsalmî siyasî re û çi yên ixwanî bi hemû siyasetên wê yên dijminahî û dagirkirî, kontrol kir. Bi vê yekê berjewendiya gelê Sûriyê û îradeya wî binpê kir û siyaseta wê di çi sînoran de  nesekinî."

BEROVAJÎKIRINA RÊYA ŞOREŞÊ Û XENIQANDINA SÛRIYÊ DI NAV TERORÊ DE

Dewleta Tirk dergehê Cerablusê ji bo derbaskirina bi hezeran terorîstên biyanî ku mûxalefeta Sûrî tune kir û Sûriyê xistin bin serweriya xwe de bi kar anî.

Di vê çarçoveyê de Qesas wiha axivî: "Mînakên ku çawa dewleta Tirk bandor li rêya şoreşa Sûriyê kir pir û diyar in. Herêmên berfireh ên Sûriyê dagir kir, bi awayekî yekser û ne yekser destek da DAIŞ û Cebhet El-Nusra, hêzên îsalma siyasî hembêz kir û sîwaneke siyasî ji wan re peyda kir. Li dijî şoreşa Sûriyê xebitî ku herêmên sereke yên di bin serweriya wê de li beramberî ku derfetê bide siyaseta wê ya dagirkirî, radest bike."

Qesas wiha pêde çû: "Meznahiya demografî, entnîk û çandî ku herêmên welatê me yên hatine dagirkirin pê navdar in, guherandin. Pêkhateyên Sûrî rastî hev kir û gef li nirxên jiyana hevbeş  xwar. Bi vê yekê aloziya baweriyê pêxist û nakokiyên bi hêsanî ku dê bidawî nebin, derxist."

ASTANA DAGIRKERÎ Û PARÇEKIRIN HÊSAN KIR Û DEWLETA TIRK ITÎRAF BI VÊ YEKÊ KIR

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Cerablus û Bab dagir kirin, di Astanayê de bi Rûsya û Îranê re der barê "herêmên bêçek" lihev kir da ku hebûna xwe û xaka Sûriyê parve bikin.

Dewleta Tirk bi sponseriya Rûsya  Efrîn dagir kir, li beramberî wê Xûtaya Şamê radestî hikumeta Şamê hate kirin û malbatên wan ji gundewarên Şamê ber bi herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî ve hatin veguhestin.

Paşê dewleta Tirk li beramberî ku herêmên li Idlibê radestî hikûmeta Şamê bike Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kirin û ev jî sînaryoyek mîna ya li Efrîn û Xûtayê bû.

Serokwezîrê berê yê Tirkyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku dev ji Helebê hate berdan û ji niştecihên wê heta valakirin li beramberî ku Rûsya derfetê bide wan ku dest bi operasyona Diri El-Firat bike (Mertalê Firatê).

Qesas behsa xeta Astanayê kir û ev tişt anî ziman: "Ji bo gelê Sûriyê zêdetir rewşa wan xirabtir bû. Rêya şoreşa wan bi girêk bû, her wiha berdelên wan zêdetir bû û zehmetiyên wan heta astên mezin, zêde bûn."

Qesas di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Lihevkirinên di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê di vî alî de heger ne li ser hesabê berjewendiya gel Sûriyê û çarenûsa wê ba dê ne gengaz ba. "

JI MÛXALEFETÊ VEGUHERÎN ÇETEYAN

Der berê mûxalefetê de Qesas ev tişt got: "Dewleta Tirk praniya mûxalefeta siyasî ya Sûrî keysbaz kir. Gelek komên leşkerî veguheandin çete yan jî sîxur ji ku siyaseta wê yên li dijî berjewendiya şênî û welatên wan pêk tîne. Dewleta Tirk ji bo zerarê bide şoreşa Sûriyê, welêt û gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê her tişt kir.

Mixabin dewleta Tirk da pey wan û ew veguherîn çete û sîxur. Rola wê karesatî bû. Mûxalefetê bi rêya wê lewazbûna xwe, qelsiya îradeya xwe û têkbirina berjewendiyên gel û welatê xwe eşkere kir. Wê tazîbûna xwe li Lîbya, Ermenîstan û Afganîstanê eşkere kir. Ew wekî ajan û tazî bi rûyekî hişmend an rastbêj hate xuyakirin û tu wefedariya rast bi Sûriyê û gelê wê re diyar nekir."

ŞAM Û ENQERE RUXMÎ DIJMINATIYÊ HEVSENG IN

Di salên derbasbûyî de, hikumeta Şamê li hemberî kiryarên dewleta Tirk, dagirkirina axa Sûriyê, rakirina ala Tirkiyê, tirkkirina herêmê, ferzkirina zimanê tirkî û lîreyê Tirk li şûna yê Sûriyê li herêmên Sûriyê bêdeng dima, tenê hinek daxuyanî dida ku bi rêya wê serdestiya nîştimanî û yekitiya Sûriyê piştrast dikir.

Di vî warî de Qesas got: " Ez ji helwesta rejîma Sûriyê ku li ser paşguhkirina berjewendiyên Sûriyê hatiye avakirin, matmayî namînim. Ji ber helwestên wê ne li dijî îdolojiya rejîmê, ne jî mîrasa wê ya siyasî ne jî li dijî desthilatê û daîreyên wê yên sereke ne. Tenê helwestên wê dikevin xizmeta wê û nakevin xizmeta berjewendiyên giştî. Em dikarin tenê bêjin ku hikumeta Şamê dewleteke wêranker e û helwestên wê mîna yên dewleta Tirk in. Her du alî hevseng in û ruxmî dijminatiya di navbera wan de lê li ser xurtkirin û firehkirina hegemonya xwe li ser hesabê gelê Sûriyê û rûmeta wî lihev dikin.”

Çavdêr diyar dikin ku dewleta Tirk bi erêkirina rojava û NATO`yê hewl dide Kurdan û sûriyên welatparêz ji rojavayê Firatê derxîn, dixwazin bi vê yekê Sûriyê parçe bikin û din dagirkeriya Tirk de bihêlin.

Qesas bal kişand ser bêdengiya NATO ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û wiha domand: "Bêdengiya endamên NATO`yê, hin caran neqebûlkirina êrişên dewleta Tirk an jî şermezarkirina devkî ya kiryarên Tirkiyê yên li hemberî herêmên rêveberiyê, sînorên teng ên mudaxelekirina wan welatan destnîşan dikin ku dixwazin  Tirkiyê vê yekê bikin. Ev mudaxele jî girêdayî çêkirina biryarê li wan welatan, dijberiya gelê wê ya li hemberî tevlêbûna wê ji şer û nakokiyan re ku dûr in, lêçûna wê gelek be û bi awayekî yekser bandorê li jiyana wan nake. "

TIMAYÊN DEWLETA TIRK BI DAWÎ NABIN

Dewleta Tirk asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên li dijî gelên herêmê bi taybet herêmên Til Temir û Zirganê zêde dike.

Der barê vê yekê de Qesas ev nirxandin kir: "Timayên dewleta Tirk bi dawî nabin û wê bidawî nebin. Tişta ku dê bidawî bibe, karîna wê ya pêkanîna van timayan e. Dewleta Tirk ruxmî siyaset û sûcên ku li dijî Sûriyê pêk tîne û amade ye ji bona wê qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê bike, nikare armancên xwe bîne cih. Bê gûman dê têk biçe û li hemberî dagirkeriya wê ya bêserûber a xaka Sûriyê dê bê çare bimîne."

LI GORÎ BERJEWENDIYAN Û AMÛRAN HELWESTA NAVNETEWEYÎ CUDA YE

Girêdayî helwesta navneteweyî ya ji siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Sûriyê Qesas got: “Ev helwest li gorî hêz û berjewendiyan tê guhertin. Rûsya bi dewleta Tirk re li Sûriyê bi nakok e. Lê li aliyekî din di gelek mijaran de ji bo berjewendiyên xwe li hev dikin. DYA`yê jî û hevalbendên wê yên rojavayî bi dewleta Tirk re di warê aloziya Sûriyê de li hev dikin û di gelek mijarên din de bi nakok in. Bi taybet helwesta li hemberî herêmên Rêveberiya Xweser û hêzên wê.”

Qesas gotinên xwe wiha domandin: “Çîn jî li ser asta siyasî ya Sûriyê hêzeke navneteweyî ya sereke û çalak e ku li dijî rola dewleta Tirk a li welêt e. Lê ev nakokî tenê di warê siyasî de ye û bandorê li warên din nake.”  

Qesas diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Sûriyê nayê wateyê ku raya giştî ya navneteweyî ji siyasetên dewleta Tirk razî ye. Lê belê ev bêdengî destnîşan dike ku piraniya wan dewletan ji ber ku tu berjewendiya wan di şerê li Sûriyê de tune ye naxwazin tev li şerê li Sûriyê bibin.

Li gorî Qesas, siyaseta Amerîkayê di pêvajoya Biden de bi taybet a têkildarî herêmên Rêveberiya Xweser ji serdema Trump pirtir bi sekneke cidî ya li hemberî dewleta Tirk pabend e û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ez bawer nakim ku Amerîka li hemberî hewldanên dewleta Tirk bêdeng bimîne ku siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî Rêveberiya Xweser berdewam bike.” 

PEYAMEK JI BO SÛRIYAN 

Muxalifê sûrî Fîras Qesas bang li gelê Sûriyê kir ku ji xeteriya siyasetên dewleta Tirk ên li hemberî Sûriyê baldar û hişyar bin, bi dijminatiya pergala Tirk a li hemberî hempîşeyê wê ya Sûriyê neyên xapandin ku ji bo berjewendiya gelê Sûriyê û şoreşa wî ye. Qesas wiha pê de çû: “Gelek caran, dijminê dijminê min nabe dostê min. Dibe ku dijminê min be. Tu rewşek ji bilî hevsengiya di navbera her du pergalan de ruxmî ku dijminê hev in, gotina min a navborî şîrove nake. Her du jî ruxmî dijminatiyê lê di helwestên xwe ya li dijî gelê Sûriyê de li hev dikin.”

Qesas di dawiyê de got: “Piştî ku gelê Sûriyê bi vê yekê hişyar bû, divê fêm bike ku hevgirtina gelan, baweriya wan bi nirxên jiyana hevbeş û pêşerojeke xweştir ku mafê gelê Sûriyê di jiyaneke birûmet û adil de peyda dike, di sekna li hemberî rola dewleta Tirk a li dijî Sûriyê de nixumandiye.”

(şx)

ANHA