Meclisa Til Temir bang li şêniyan kir: Bi îdiayên derew ên Tirkiyê neyên xapandin

Hevserokê  Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb bang li welatiyan kir ku nekevin xefka îdiayên derew ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê belav dikin û got, dewleta Tirk bi şerê taybet dixwaze herêmê ji niştecihên wê vala bike.

Meclisa Til Temir bang li şêniyan kir: Bi îdiayên derew ên Tirkiyê neyên xapandin
23 tebax, 2021   23:38
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Mele Eyûb îşaret pê kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê yekser sivîlan dike armanc û got: "Ji  beriya  deh rojan ve dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane navçeyên Til Temir û  Zirganê topbaran dikin û sivîlên dikin armanc."

Mele Eyûb diyar kir ku şêniyên Til Temirê û saziyên wê karê xwe didomînin û da zaîn ku dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî pêkhateyên herêmê, Kurd, Ereb û Asûr dimeşîne.

Hevserokê Meclisa Til Temirê îdia û gotegotin ku Tirkiyê belav dike derewandin û wiha pê de çû: "Gotegotên li ser valakirina herêmê û koçberiyê dûrî rastiyê ne, ji ber ev yek şerê taybet e. Beriya çend rojan hin gotegot hatin kirin ku dagirkeriya Tirk kaxiz li navçeya Zirganê kaxez belav kirin, tê de banga valakirina herêmê dike, lê em piştrast dikin ku ev yek dûrî rastiyê ye û dagirkeriya Tirk bi armanca koçberkirina şêniyan vê yekê dike."

Hevserokê  Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku ew ji hêzên xwe yên leşkerî yên ku li eniyên şer li ber xwe didin bawer in û ew ê piştgiriya wan bikin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bang li gelê herêmê dikin ku nekevin xefka gotegotên ku çete û piştevanên wan belav dikin."

(eh)

ANHA