ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-08-2021
23 tebax, 2021   23:00

-Kongreya Star li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê li pêşiya baregeha Rûsya ya li rojavayê bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an.

-Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd El-Wawî bi merasîmekê vedişêrin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cozêf Lehdo ji ber zêdekirina asta êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê re hişyar da ku çalakiyên çeteyên DAIŞ`ê vegerin. Lehdo bang li civata navneteweyî kir: "Ger bi rastî xwesteka wê ya bidawîkirina terorê hebe, divê dawî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê  Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb bang li welatiyan kir ku nekevin xefka îdiayên derew ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê belav dikin û got, dewleta Tirk bi şerê taybet dixwaze herêmê ji niştecihên wê vala bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevkê QSD'ê diyar kir ku hêza QSD'ê heye ku li hemberî êrişên mêtîngeriyê yên li ser herêmê bisekine û bang li hêzên aktîv ên li Sûriyê kir ku erka xwe li herêmê bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê di Tebaxa 2016'an de ji bajarê Cerablusê dest pê kir. Paşê bajarên din dagir kirin û hewl dide qada dgirkeriya xwe berfireh bike. Çawa Enqere helwesta navneteweyî û sûrî bi kar anîn da ku berjewendiyên xwe pêk bîne û dê çawa sînorek ji zêdegaviyên wê re were dayîn? (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mistefa Hemo diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide beriya sedsaliya Lozanê qada dagirkeriya xwe berfireh bike û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx  Mihemed Tirkî Soan diyar kir ku hemû eşîrên herêmê û pêkhateyên wê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê amade ne parastina herêmê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Qamişlo peyamek ji şervanên QSD`ê rê rêkir û got: "Em ji îrade û berxwedana we ya li dijî dagirkeriya Tirk bawer in û em ê li kêleka zarokên xwe li ber xwe bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî desteserkirina tevgera Talîban li ser hikumê Efganistanê, çarenûsa jinên Efgan tarî ye. Ruxmî ku tevgerê soza guhertina zihniyeta xwe li hemberî jinan dabû jî, lê belê tu hêvî li asoyan xuya nakin. Şopînerên rewşê dibînin ku têkoşîna jinên Efgan yekane rêya rizgariyê û misogerkirina mafên wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA