Cenazeyê şehîd Sosin Bîrhat bi merasîmeke bi heybet hate veşartin

Cenazeyê fermandara YPJ'ê Sosin Bîrhat bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin. Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên du şehîdan ragihandin.

23 tebax, 2021   17:45
Şehba

Bi hezaran şêniyên herêma Efrîn û Şehbayê  karwanê cenaze yê fermandara Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat) pêşwazî kirin û li ser wesiyeta wê li ber def û zirneyê û gerandina govendê spartin axê.

Girse cenazeyê şehîd Sosin Bîrhat ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê wergirtin û bi karwanekî ji sedan erebeyan li gund û navçeyên kantonê geriya. Paşê ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnameyên gerîla Sîham Şêx Qenber (Rojda Cûdî) a ku di 5'ê Tebaxê de li Geverê şehîd bû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn  Mistefa Ehmed ê 14'ê Adara 2018'an  di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de li navçeya Şêranê ya Efrînê şehîd bûbû ragihandin.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Fewzî Mistefa sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî şêniyên Efrînê re xwest.

Mistefa got: "Artêşa Tirk a dagirker piştî ku planên wê bi rêya DAIŞ'ê li Şengalê têk çûn, beriya çend rojan nexweşxaneya Şengalê kir hedef. Li aliyekî din di nava bêdengiya navneteweyî de asta sûc û topbarana xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet herêma Şehbayê zêde kirine. Armanca wê ji van sûcan lawazkirina berxwedana şêniyên Efrînê ye. Li gel hemû sûcan û derxistina cenazeyên şehîdên me li Efrînê, bi çeteyên xwe re siyaseteke qirêj dimeşîne da ku bê garantî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê li ber xwe didin vegerînin Efrîna dagirkirî. Dixwazin vê yekê herêmê vala bikin û gelê qir bikin. Piştî ku ev siyaset jî têk çû, fermadar û kesayetên têkoşber mîna fermandar Sosin û hevalên din kir hedef."

Fewzî Mistefa bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê ê asta berxwedanê bilind bikin.

Xwişka şehîd Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed behsa jiyana şehîd Sosin û girêdana wê ya bi doze ve kir û got, ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind in, her çendî ku ev hezkirin û rêzdarî ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li hemberî şehîd Sosin dîtin kêfxweş bûn.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şirîn Silêman û Mihemed Ebdî nasnameyên her sê şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Di dawiyê de, hevalên şehîd cenaze li ser milê xwe kirin û bi diruşmeyên spartin goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê.

ANHA