​​​​​​​Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civînê de nirxê kirîna pembo bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê diyar kir.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser nirxê kirîna pembo diyar kir
23 tebax, 2021   16:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Koordînasyona Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Giştî ya Şirketa Pêşxistina Civaka Çandî di civînê de amade bûn.

Rêveberiya Xweser 4 navend ji bo pêşwazîkirina pembo ji cotkaran veqetandin; navenda Hesekê, navenda Eşra Kîlo ya Dêrazorê, navenda Kebeş û navenda Şinêne ya Reqayê.

Rêveberiyê de nirxê kirîna kîloyeke pembo ji cotkaran bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê diyar kir. Heger pembo di tûrên naylon de werin şandin dê serî her tûrekî 4 kîlo werin kêmkirin.

Desteya Aborî û Çandinî diyar kir ku wergerkirin dê bi rêya girînendeyên çandinî û komîteyên wê yên tevahî rêveberiyên xweser û sivîl pêk were.

Nûnerê Yekitiya Cotkaran a Reqayê Ebdulhemîn El-Elî ji malpera Rêveberiya Xweser re got: "Rêveberî civiya û nirxên donimek pembo nîqaş kir, di encamên nîqaşan de nirxekî gundaw ji bo cotkaran hate diyarkirin."

Endamê Koordînasyona Yekitiya Cotkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ubeyd Mihemed El-Nehar jî got, nirxê hatiye diyarkirin ji bo cotkaran guncaw e û di encamên lêkolîn û nîqaşên berfireh ên hemû komîte û gerînendeyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate diyarkirin.

Çavkanî: Ragihandina Rêveberiya Xweser