Li Til Koçerê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Li Til Koçerê êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
23 tebax, 2021   14:24
QAMIŞLO

Di meşa ji aliyê Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hate lidarxistin de bi sedan şênî tevlê bûn.

Meş ji baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re", "Bi rihê berxwedana şehîdên Şengalê em ê Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê rizgar bikin", "Na ji dagirkeriya Tirk a DAIŞ'î re" hatin vekirin û alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokrtîk hatin hildan û bê navber diruşmeyên şermezarkirina êrişan û silavkirina berxwedana QSD'ê hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/08/23/134600_til-kocer-mes-28129.webp

Meş li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El-Mihêmîdî got: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve helwesta dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê ya li dijî şoreşê zelal bû. Dewleta Tirk destek da terora DAIŞ û komên çete yên dîtir, her wiha desteka madî ji bo têkbirina şoreşê û kûrkirina aloziyê da."

Salih El-Mihêmîdî bi domdarî got: "Planên Tirkiyê li pêşiya îradeya hêzên me û gelê me yê herêmê têk çûn, ji ber vê yekê rasterast bi xwe destwerdana herêmê kir û êrişên giran anîn ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Careke din êrişî Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û heta Şengalê kirin. Armanc ji van êrişan têkbirina vîna gelên herêmê ye."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal û QSD'ê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PtxBsD6Jbfk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>