Li ser sûcên  dewleta Tirk panelek li Şêxmeqsûdê hat lidarxistin

Gerînendetiya Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê panelek bi sernavê "Wêrankirin û dizîna mîrasên çanda mirovahiyê yên Efrînê...lîstoka Tirkiyê ya xeternak e" li dar xist.

Li ser sûcên  dewleta Tirk panelek li Şêxmeqsûdê hat lidarxistin
Li ser sûcên  dewleta Tirk panelek li Şêxmeqsûdê hat lidarxistin
Li ser sûcên  dewleta Tirk panelek li Şêxmeqsûdê hat lidarxistin
Li ser sûcên  dewleta Tirk panelek li Şêxmeqsûdê hat lidarxistin
Li ser sûcên  dewleta Tirk panelek li Şêxmeqsûdê hat lidarxistin
23 tebax, 2021   14:22
HELEB

Panel li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li qehwexaneya Telit Heleb a li beşa rojhilatê taxê hat lidarxistin.

Di panelê de Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso û Enwer Mislim, gelek rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Şemeqsûdê amade bûn.

Di panelê de Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê Selah Sîno li ser sûcên dewleta Tirk ên ji dema dagirkirina Efrînê de ji tevahî aliyan ve axivî.

/ar/uploads/files/2021/08/23/124409_slah-synw.webp

Sîno da zanîn ku beşên herî zirar ji dagirkirinê dîtiye, beşa çandê û şûnwaran e.

Sîno eşkere kir ku dagirkeriya Tirk mîrasa mirovahiyê ya li Çiyayê Kurmênc wêran kir û got, gelek cihên dîrokî yên girîngiya xwe di nava cîhanê de hene hatin wêrankirin, mîna şikefta Duderî, Eyndara, Sîros û cihên di lîsteya mîrasa cîhanê de yên ji hêla UNESCO  ve hatine qeydkirin.

Sîno wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji rojên destpêka êrişên dagirkeriya Tirk û piştre dagirkirina herêmê ve tenê êriş di asta sûcan de sînordar neman. Lê belê dewleta Tirk ew yek derbas kir û çanda mirovahiyê ya bi salan ji cihên dîrokî, gir û cihên olî yên pîroz wêran kirin."

/ar/uploads/files/2021/08/23/124335_ibrahym-shykhw.webp

Li aliyekî din jî berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo wiha got: "Qanûnên taybet ên parastina milkên çandî hene, dewlet an jî rêxistin an kesên mîrasa çanda mirovahiyê wêran dikin divê werin cezakirin."

Şêxo behsa peymanên navneteweyî û protokolên wê yên ji peymana Lahay a 1954’an derketine kir û destnîşan kir ku li gorî vê peymanê divê mal û milkên çand werin parastin û rêzgirtin.

Şêxo anî ziman ku ji peymanên Cinêvê yên 1977’an protokol derketin, di madeya 53’yan de tê gotin qedexe ye tu kiryarên êrişane li dijî şûnwarên dîrokî yan jî kiryarên pîşeyî yan jî cihên perestgehan ku mîrasa çandê yên gelan in, pêk werin.

Şêxo behsa madeya 56’an kir û got li gorî vê madeyê heke armanca êrişan wêrankirina şûnwaran be, ew yek binpêkirina qanûnên protokolan e. Ev jî di protokola duyemîn a heman peymanê ya madeya 16’an de hat ku divê milkên çand di dema êriş û nakokiyan de werin parastin.

Di dawiya panelê de beşdaran nêrîn û nîqaşên xwe têkildarî rêbazên bidawîkirina sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di guhartina demokrafîk û hedefgirtina dîroka herêmê de pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA