Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir

Bi hezeran şêniyên Heleb û Şehbayê û koçberên Efrînê cenazeyê fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir.

Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
Bi hezeran şêniyan şehîd fermandar Sosin Bîrhat pêşwazî kir
23 tebax, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya çend saetan cenazeyê yek ji fermandarên YPJ`ê Sosin Bîrhat gihaşt taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê. Bi hezeran ji şêniyên taxê cenazeyê wê pêşwazî kir.

Bi dehan erebe û şêniyên taxê cenazeyê şehîd Sosin Bîrhat li kolanên sereke yên taxê gerand û dirûşmên şehîd namirin berz kir. Şêniyan cenaze ji Çerxerêya Şehîd Destîna ya taxa Şêxmeqsûd oxir kir da ku li Şehbayê were oxirkirin.

Li kantona Şehbayê û li ser xwesteka şehîd Sosin, bi dahol û zirneyan şêniyan karwanê cenazeyê şehîd Sosin pêşwazî kir. Şênî li navçeya Ehdas kom bûn û alên YPJ û YPG`ê hildan.

Paşê karwan ber bi Nexweşxaneya Avrîn a li bajarokê Fafînê ve ket rê û li wir dê şehîd Sosin li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê were oxirkirin.

Şehîd Sosin Mihemed (Sosin Bîrhat) di encama topbarana dewleta Tirk a li ser navçeya Til Temirê de şehîd bûbû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Sosin Bîrhat tev li berxwedana taxa Şêxmeqsûd jî bûbû.

(bx)

ANHA