​​​​​​75 roj e Cîhad Hesen ji aliyê PDK`ê ve revandî ye

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûr Cîhad Hesen 75 roj e ji aliyê PDK`ê ve revandî ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser, tenduristiya Cîhad Hesen ne baş e.

​​​​​​75 roj e Cîhad Hesen ji aliyê PDK`ê ve revandî ye
23 tebax, 2021   11:41
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabû balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, 2 endamên PYD`ê piştî 50 rojan serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristiyê xirab e.

Heta vê kêliyê jî rayedarên PDK`ê têkildarî sedema revandinê tu daxuyanî nedane.