Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Rênas û şehîd Egîd de hat destnîşankirin ku fedakariyên şehîdan rêya yekane ye ku civakeke azad a demokratîk pê were avakirin û hat diyarkirin ku şehîdan hevgirtin û jiyana hevbeş a pêkhateyan xurttir kir.

Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
Bi sedan şêniyan sersaxî da malbatên şehîd Rênas Roj û Egîd Girkê Legê
23 tebax, 2021   11:43
QAMIŞLO

Vê sibê bi sedan şênî û pêkhateyên navçeya Çilaxa, Girkê Legê, Dêrikê û bajarokên girêdayî wê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Egîd Girkê Legê û Rênas Roj bûn ku li Navenda Çandê ya bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin.

Şehîdan Peywan Remadan (Egîd Girkê Legê) û ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Selahuddîn Şihabî (Rênas Roj) di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn.

Di merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Tacedîn Reşîd axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan.  Reşîd got: “Em ji vir ve asta girêdana xwe ya bi şehîdan û fedakariyên wan ve piştrast dikin. Bi saya wan em di nava ewlehiyê de ne.”

Reşîd diyar kir ku şehîdan hevgirtina û jiyana hevbeş a pêkhateyan xurttir kir.

Zozan Ereb jî bi navê hevalên her du şehîdan axivî û daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên ku bi awayekî veşartî pê re hevkar in dê nikaribin rê li pêşiya ciwanên herêmê bigirin ku rêya azadiyê û şehadet pejirandine da ku civakeke azad û demokratîk ava bikin.

Bi navê Kongreya Star jî Zulfe Hemze got: “Dewleta Tirk bi van êriş û siyasetên xwe nikare vîna gel bişikîne ku ciwanên xwe dişînin şehadetê. Em heta dawiyê li ber xwe bidin û azad bibin.”

Bi navê Meclisa Navçeya Dêrikê Mutî Omer axivî û piştrast kir ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan rêya ronahiya ber bi jiyana azad a birûmet ve ye. Divê civak bi giştî piştgiriya Rêveberiya Xweser û avakirina civaka demokratîk bike ku hemû mafên xwe tê de bi dest dixin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û beşdaran berxwedana şehîdan silav kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xdSRAaNbUcM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>