'Sûcên dewleta Tirk israra me ya berxwedana zêde dikin'

Meclisên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê got êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina sivîlan sûcên li dijî mirovahiyê ne û israra wan di şopandina rêya şehîdan zêde dikin.

'Sûcên dewleta Tirk israra me ya berxwedana zêde dikin'
23 tebax, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Çilaxa û Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê û Dêrikê bi daxuyaniyan êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li pêkhateyên herêmê kir ku li hember planên dewleta Tirk hişyar bin.

Li Qamişloyê daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Lehîdan a li taxa Enteriyê, li Tirbespiyê li pêşiya navenda Kongreya Star ji aliyê Nesrîn Hisên ve, li navçeya Dirbêsiyê li pêşiya meclisa navçeyê ji aliyê Fatma Keleş ve û li Dêrikê jî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê Melîha Ebdulah ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryar û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê, li dijî mirovahiyê ne û girêdayî hişmendiya paşverû ne û wiha hate gotin: “Divê em li hemberî van kiryarên kirêt ên hikumeta Erdogan bisekinin û gel bi rêxistin bikin.”

Meclisê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî van sûcên li dijî gelê Kurd, bê deng nemînin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vBkta_hYu4g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>