Şêniyên Reqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê îro xwepêşandaneke girseyî li dar xist û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî kir û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin.

Şêniyên Reqayê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
23 tebax, 2021   10:57
REQA

Şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî li Qada Agirkujê ya li naverasta Reqayê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên ku daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, hildan.

Xwepêşandan li Stada Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li naverasta bajêr dest pê kir. Her wiha xwepêşandêran bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo sûcên dewleta Tirk û topbarana domdar a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye cidî bixebitin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Îsmaîl axivî û hevjîn, malbat û zarokên şehîdan silav kirin. Hêvî piştrast kir ku eger ne ji şehîdan bûya, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji DAIŞ'ê rizgar nedibûn.

Bi navê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, şaredarê Keramê Feysel El-Bêrem axivî û êrişên dagirkeriya Tirk û bêdengiya navnetewyî şermezar kir.  El-Bêrem got: “Êrişên dawîn li dijî Şengal li pêşiya artêşa Iraqê pêk hatin û ev destnîşan dike ku qirkirineke bi zanabûn li dijî gelê me tê kirin. Ji wê hovîtir, nexweşxane, cihên giştî tên hedefgirtin û şêniyên me yên li Efrînê rastî sûcên herî hovane tên.”

El-Bêrem bang li civaka navnetewyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesteke cidî li hember dagirkeriya Tirk nîşan bidin. Her wiha Fêsel piştrast kir ku divê gelê Sûriye bibe yek da ku Sûriyeyeke azad a demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bibe.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IAW71hxdZPk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>