'Li pêş çavê Rûsya û Amerîkayê birîndarên ku şerê DAIŞ`ê kirin hatin topbarankirin'

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava êrişa li dijî herêmê wek hewldana vejandina DAIŞ`ê bi nav kir û got “Şervanên ku şerê DAIŞ`ê kirine û birîndar bûne, rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tên. Ruxmî wê jî Rûsya û Amerîka bê deng in."

'Li pêş çavê Rûsya û Amerîkayê birîndarên ku şerê DAIŞ`ê kirin hatin topbarankirin'
23 tebax, 2021   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînsayona Kongreya Star a Rojava têkildarî êrişên dawîn ên dewela Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek da.

Kongreyê di daxuyaniyê de got: “Di vê dawiyê de AKP`ê êrişeke terorîstane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê pêk an û sivîl, hêzên leşkerî û heta nexweşxane kirin hedef. Di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn. Li rex vê jî êrişên wê yên li dijî gundên Til Temirê, Zirganê berdewam dikin. Di encama êrişa wê ya li dijî navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de gelek şervan şehîd bûn ku şerê DAIŞ`ê kiribûn û di wan şeran de birîndar bûbûn.”

Kongreyê diyar kir ku ruxmî ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye lê Amerîka û Rûsya ku li herêmê ne, bê deng in.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de bêdengiya Rûsya, Amerîka û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û hişyarî da ku ev êrişên dewleta Tirk dê bibin çirûska vejandina DAIŞ`ê piştî ku bi saya fedakariyên ciwanên herêmê tune bû.

Kongreya Star piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan hewl dide şêniyên herêmê bitirsîne û wan bide koçberkirin û ewlehiya ku bi hewla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêk hatiye, têk bibe û projeyên xwe yên dagirkirinê berdewam bike.

Her wiha Kongreya Star bang li alî û hêzên parastina ewlehî û aştiyê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, jiyana bi hezaran sivîlan ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Her wiha bang li Rûsyayê sponsera karûbarên Sûriyê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên sûrî bisekinin. Kongreyê bang li Amerîka û civata navneteweyî jî kir ku fişarê li dewleta Tikr bikin da ku êrişên xwe yên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û ji Sûriyê derkeve.

Kongreya Star di dawiyê de bang li şêniyan kir ku bi siyasetên înkarkirinê yên dewleta Tirk neyên xapandin ku valakirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê armanc dike.

 (şx)

ANHA