Kongreya Star têkildarî sûcên dewleta Tirk banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir

Kongreya Star bang li sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres û NY`yê kir ku komîteyeke lêpirsînê ava bike û bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku lêkolînê der barê sûcên dewleta Tirk de bike.

Kongreya Star têkildarî sûcên dewleta Tirk banga avakirina komîteyeke lêpirsînê kir
23 tebax, 2021   10:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Têkilî û Peymanên Demokratîk a Kongreya Star peyamek ji sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) re Antonio Guterres, seroka Desteya Jinan a NY`yê Phumzile Mlambo Ngkokka, endamên Komîteya Mafên Mirovan a NY`yê û endamên Meclisa Ewlehiyê re şand.

Di peyamê de wiha hate gotin: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk bi hevkariya komên çekdar ên alîgirên wê êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestandine. Di êrişên xwe de hemû çekên giran û balafirên şer bi kar tîne. Armanca wê ji êrişan ku projeya çareseriya demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têk bibe û planên xwe yên dagirkeriyê dewam bike. Bi vê yekê hemû peyman û pîvanên navneteweyî binpê dike.

SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ

Tevî ku QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirbestê pêk tîne, lê dewleta Tirk vê yekê pêk nayne, lê belê êrişên xwe li ser herêmê bi giştî û herêmên rojhilatê Firatê zêde kir. Herêma Zirgan, Til Temir, Şehba û gundewarên Minbicê bi awayekî hovane topbaran kir. Di êrişên xwe de sivîl û leşkeran dike hedef. Ji ber vê yekê jî jin û zarokek jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn. Her wiha balafireke keşfê navenda Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir di encama wê de 4 şervanên QSD`ê şehîd bûn. Her wiha gundê Til Şinan ê Asûrî yê bakur rojhilatê Til Temirê Topbaran kir. Erebeyên kesayetên siyasî, leşkerî û rêveberî li Kobanê û Qamişlo hatin bombebarankirin. Ev jî peyamek eşkere ye ku tu cûdahiyê naxin navbera sivîl û leşkeran de. Armanca wan ji vê yekê ku herêmê vala bikin û herêmên nû dagir bikin her wiha guhertina demografî pêk bînin. 

BINPÊKIRINA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ

Bûyerên ku li herêmên Til Temir, Zirgan û Şehbayê diqewimin berdewamiya binpêkirinên dewleta Tirk û komên wê li Xabûr, Idlib, Efrîn, Cerablus, Girê Spî, Serêkaniyê û Kobanê ne. Ev yek binpêkirineke ber bi çav ji pîvan û peyamên navneteweyî re ye her wiha binpêkirina biriyarên navneteweyî yên girêdayî jin û parastina wê di demê şer de ye.

Bêdengî û helwesta bi gûman a civaka navneteweyî û dewletên garantor ji agirbestê re weke DYA`yê û Rûsya destekê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe zêde bike û serdestiya xaka Sûriyê binpê bike. Komkujî û sûcên şer li dijî sivîlan pêk bîne. Ji ber wê em wekî Komîteya Têkilî û Peymanên  Demokratîk a Kongreya Star bang dikin ku rola xwe pêk bînin da ku ewlehî û aramî li Sûriyê pêk were."

Navendê di peyama xwe de ev xwestek bi rêz kirin:

1. Êrişên hovane û şer were sekinandin û li tevahî Sûriyê agirbest were ragihand.

2. Qedexeya firîna balafiran li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were ferzkirin

3. Komîteyeke lêpirsînê were avakirin û ji bo lêkolîna sûcên ku dewleta Tirk û komên çekdar pêk tîne, lêpirsînê bike.

4. Zextê li dewleta Tirk bike ku dagirkirin û destwerdana li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.

5. Koçber bi misogeriya navneteweyî li warê xwe vegerin.

(bx)

ANHA