Dicle Fm dengê hemû pêkhateyan e

Piştî weşanê testê ku 18'ê Gulanê dest pê kiribû, radyoya Dicle Fm bi zimanê hemû pêkhateyan li ser pêla 89.7 dest bi weşanê kir. 

Dicle Fm dengê hemû pêkhateyan e
23 tebax, 2021   05:00
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Radyoya Dicle Fm ya ku avahiya wê li Dêrikê ye piştî hemû amadekariyên teknîkî û temamkirina hejmara kadryoyên ragihandinê dest bi weşandinê kir. Weşana test a radyoyê di 18'ê Gulana derbasbûyî de dest pê kiribû.

Radyoya Dicle FM yekane radyo li herêma  Dêrikê ye, bernameyên xwe bi zimanên kurdî, erebî û suryanî diweşîne û hewl dide bibe dengê civakê û minareya naskirina çanda gelê herêmê.

Hejmara xebatkarên radyoya Dicle bi giştî 15 û piraniya wan jin. Hin ji wan wekî nûçegihan dixebitin û hin jî di beşa kontrol, tomarkirina deng, amadekirina raporan têkildarî rewşa xizmetguzarî û civakî ya herêma Dêrikê û pêkhateyên wê de dixebitin.

/kr/uploads/files/2021/08/22/202155_radio-derik-1.webp

Dicle Fm li ser pêla 89. 7 ji saet : 07:0 0`an heta saet 22:00'an weşanê dike û li tevahiya herêma Cizîrê, navenda Şengalê, Cizîra Botan, Dihok, Cudî û Gabar dikişîne. Here wiha bernameyan li ser medyaya civakî diweşîne.

Armanc ji vekirina radyoya Dicle ew e ku dengê civakê û pêkhateyên herêmê bigihîne cîhanê û çand, mîrate, ziman û çanda jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de bide naskirin.

Dicle Fm bi sirûda neteweyî ya Ey Reqîb dest bi weşanê dike, piştre bernameyê Roj Baş dest pê dike ku ji nêrînên guhdaran ên têkildarî mijarên cihêwaz ê girêdayî xizmetguzarî û civakî pêk tê. Li aliyekî din jî her tim muzîk û stranên bi zimanên pêkhateyên herêmê, nûçeyên nava rojê û bernameyên herêmî, civakî û çandî jî diweşîne.

/kr/uploads/files/2021/08/22/202231_-.webp

Gerînendeyê Radyoya Dicle Fm Melevan Resûl têkildarî sîstema kar û xebata radyoyê ji ajansa me re axivî û got: "Em ji têbînî û rexneyan re vekirî ne, em li nêrînên hemû pêkhateyan ên girêdayî xizmetguzar, civakî û heta yê siyasî jî guhdarî dikin da ku dengê wan bighînin derve."

Melevan Resûl da zanîn ku Dicle Fm yek ji berhemên Şoreşa Rojava ye.

Resûl ev li gotina xwe zêde kir: "Di bernameyên radio de em bêalîbûnê esas digirin û bi rêya weşanê û belavkirina çandê, mîrateyên hemû pêkhateyên li herêmê em hewl didin jiyaneke hevbeş ava bikin."

/kr/uploads/files/2021/08/22/202208_-.webp

Berpirsa beşa Kontrolê di radyoyê de Rende Hesen diyar kir ku radio bernameyên cur be cur diweşîne û girîngiyê dide kelepur û çanda gelê herêmê û her serê saetekê nûçeyan pêşkêş dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d2xHYgtffvw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>