Di êrişa li ser mala birîndaran de fermandarek û du rêveber birîndar bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Asayîş ragihand ku di êrşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li pêşiya Mala Birîndaran a li bajarê Qamişloyê de fermandarek û du rêveberên Mala Birîndarn birîndar bûn.

Di êrişa li ser mala birîndaran de fermandarek û du rêveber birîndar bûn
22 tebax, 2021   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke keşfê ya dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12:16'an li erebeyekê li pêşiya Mala Birîndaran a li gundê Hîmo yê rojavayê Qamişlo da.

Têkildarî bomebebaranê û encamên wê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê –Asayîş daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Dewleta Tirk a dagirker êvara Şemiyê 21'ê Tebaxê bi balafireke bêmirov li başûrê bajarê Kobanê li erebeyeke sivîlan da. Paşê careke din erebeyeke sivîlan a ku fermandar Zîb El-Eswed tê de bû kir hedef. Fermandar Zîb El-Ewsed ji bajarê Kobanê ye, di gelek pêngavên li dijî DAIŞ'ê bû, herî dawî ya li Dêrazorê bû beşdar bû. 22'yê Tebaxê dema ku fermandar Zîb El-Eswed  serdana navenda birîndaran a li bajarê Qamişloyê dikir erebeya wî hate hedefkirin, di encamê de ew û du sivîlên ji rêveberên mala birîndaran birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Li aliyekî din di êrişên çeteyên arêtşa niştimanî ya girêdayî dagirkeriya Tirk li malên sivîlan ên bajarokên Zirgan û Til Temirê de zarokek û pîrejineke şehîd bûn, her wiha bi dehan sivîl birîndar bûn ku rewşa piraniya xeter e.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyaya Federal dikin ku erkên xwe wekî garantor der barê lihevkirinên parastina welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cih bînin. Hîn jî êriş û gefên bi hemû rêbazan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên artêşa niştimanî ya girêdayî wê ve berdewam in."

ANHA