​​​​​​​Zelîxe Ebdî: Tirkiye dijminê herî mezin û kevin ê gelê Sûriyê ye

Cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqa Zelîxe Ebdî got: "Dewleta Tirk dijminê her kevin û herî mezin ê gelê Sûriyê ye û wê tu carî nebe dosta gelê Sûriyê."

​​​​​​​Zelîxe Ebdî: Tirkiye dijminê herî mezin û kevin ê gelê Sûriyê ye
23 tebax, 2021   03:08
REQA-EHMED  EL-ELÎ

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk bi milyonan penaberên sûrî pêşwazî kirin û kamp ji wan re vekirin. Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê van penaber ji bo komkirina alîkariyên navneteweyî bi kar tîne û gelek ji wan ji bo berjewendiyên xwe yên li derve kirin çete.

Cîgira seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê  ya Reqayê Zelîxe Ebdî îşaret bi rola dewleta Tirk di kûrkirina aloziya Sûriyê de kir û got: "Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve çete derbasî Sûriyê kirin û rola wê di kûrkirina aloziyê û koçberkirina bi milyonan sûrî de mezin e.''

Zelîxe Ebdî diyar kir ku Tirkiye kamp ji penaberên Sûriyê re sûriyan re ava kir, da ku alîkariyên navneteweyê yên ku ji penaberan re têne şandin, qezenc bike, her wiha welatiyên Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe yên li derve biçek dike û wan dike çete.

ꞌERDOGAN SÛRIYAN DI ŞERÊ XWE YÊ LI DERVE DE BI KAR TÎNEꞌ

Cîgira serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê diyar kir ku dewleta Tirk dijmin e û dîroka wî ya bi sedan sal ji dagirkerî û mayîndekirina paşketinê heye, ji lew re dê tu rojê nebe dosta gelê sûrî.

Zelîxe Ebdî destnîşan kir ku Erdogan sûriyan di şerê xwe yê li derve de bi kar tîne, û her tim AKP`ê dosya penaberên sûrî wekî kaxezeke zextê li dijî dewletên Ewropa bi kar tîne.

'DIVÊ ÊRIŞÊN TIKRIYÊ WERIN RAWESTANDINꞌ

Zelîxe Ebdî hevkariya navneteweyî ya bi dewleta Tirk a dagirker re û girtina dergehên sînorî li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar kir û got: "Ruxmî ku hewcedariya Rêveberiya Xweser bi alîkariyên mirovî tune ye, lê dîsa jî civata navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hemberî kampên koçberan ên li herêmê bi cih nayîne."

Cîgira seroka  Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqa Zelîxe Ebdî di dawiya axaftina xwe de got: "Pêwîste êrişên dewleta Tirk werin rawestandin, hikumeta Şamê li diyalogên bi Rêveberiya Xweser re vegere, her wiha projeya federal û nenavendîbûn di rêveberiyê de wekî çareseriya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê were dîtin. Bi vê yekê koçber dê dikarin vegerin û pêla koçberiyê were rawestandin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S5ZoqzFby8g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>