Êdî dem dema mîsogerkirina destkeftiyan e

Êdî dem dema mîsogerkirina destkeftiyan e
23 tebax, 2021   06:42

ELÎ WELAT

Em di pêvajoyeke gelekî giran û girîng re derbas dibin. Bê guman geşadanên ku di vê pêvajoyê de bi pêş ketine, ji yên beriya xwe ne qut in.

Di vê pêvajoyê de jî diyar bû ku kî xwediyê fikir–felsefe û taktîkên afirîner be ew hîn zêdetir encamên erênî digire û xwe mayînde dike û dibe xwediyê bandor. Ji ber vê yekê jî her hêz li gorî berjewendiyên xwe ketiye nava liv û tevgerê.

Di vê serdemê de wê herî girîng û misoger, pirsgirêkên heyî were çareserkirin. Ev sîstema pênc hezar sal e li serê mirovahî û xwezayê bûye bela, wê were derbaskirin. Niha, hêzên serkêşiya vê sîstemê dikin vê xetereyê pir baş dizanin û di heman demê de tê serê wan jî. Ji ber ku ev berhem, ya wan e; nirxên mirovî binpê kirin, mirov bê hevî hiştin û ji jiyanê qut kirin û di heman demê de xweza ji cewhera wê derxistin û talan kirin.

Tiştê herî girîng çi ye? Êdî dem ne dema berê ye. Ruxmî ku ew qas xirabî kirine, êdî ji ber derfetên di qada agahî û zanistê di wê astê de bi pêş ketine, li hemberî van kiryarên bêpîvan ên dij-mirovî û dij-gerdûnî; ne tehamula mirov maye û ne jî ya xwezayê. Bi van ve girêdayî, ew tiştekî din jî pir baş dizanin. Êdî kesek ji wan bawer nake. Ji ber ku hemû derewên wan eşkere bûne. Dîsa em gotineke gelêrî bînin bîra xwe; dibêje “Ji kesên arîf re tarîf ne hewce ye.” Niha, li rewşa wan a heyî binêrin. Rewşa mirovahî di çi astê de ye? Tenê ji bo berjewendiyên wan ên qirêj, ji bo ku ew çek û teknîkên xwe bifiroşin; bê sedem di navbera dewletan de, her wiha eşîr û baweriyan de şer derdixin. Ma ji ber vê yekê bê sedem, bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koçber nabin û di heman demê de tî û birçî li ser wan rêkan şerpeze nabin û canê xwe nadin? Bi milyonan mirov jiyana koçberî -yanî bi şêwazekê li ber deriyên biyaniyan wekî kole- dijîn. Dîsa ew qas xêr û berên vê xwezayê hene, mirovahî li wan cihên ku wek cihê jidayikbûnê û dayik dihesibîne, birçî dimîne.

Zanyar dibêjin “Ji ber ku pileya germbûna global di wê astê de bilind bûye, ji ber wê jî rê li ber şewatên bêsînor li cîhanê vedike.” Niha ednîgariya dinyayê dişewite. Em vê bizanin; hin şewatan ji bo berjewendiyên xwe wê yên qirêj çêdikin û hinan jî bi awayekî dijminatî dikin. Niha tenê li cîhanê mînakên Rûsya û DYA`yê berbiçav in. Li Rûsyayê li 144 herêman 1.3 milyon hektar şewitiye û li gelek cihan jî xetere heye. Dîsa li DYA li 13 eyaletan, 82’yên wê mezin, berdewam dike û li van 13 eyeletan 1.7 milyon donim erd bi hemû tiştên xwe şewitiye û li hin eyaletan jî xetere heye. Xwarin û vexwarin daketiye asta ‘kîsîk’ û ‘kûsikan’. Hemû bi hormon û bi derman çêdibin. Çavkanî (kaniyên xwezayî) nemane û hewa jehrî bûye. Bi vî awayî çawa kîmyaya xwezayê tê xirakirin û di heman demê de ya zindiyan û mirovan jî xira dibe. Vê jî bi xwe re gelek nexweşî peyda kirine û hîn jî nexweşiyên nayên zanîn jî dide peydakirin; yên hatine naskirin cureyên nexweşiyên şekir, AIDS, şewba çûkan-mirîşkan, ya berazan, Covid-19 û hwd.

Bê guman ev ne tu hal e. Pêwîst e ji vê re çareseriyek were dîtin. Gotineke gelêrî heye; “Êdî rim di nava vî kîsî de bi cih nabe”. Di van mehên derbasbûyî de di dîroka 14’ê Hezîrana 2021’an de li Brukselê Civîna Bilind ya NATO’yê hat lidarxistin û li pey vê civînê li Cinêva Swîsreyê Biden û Pûtîn li hev civiyan û dîsa di navbera wan hêzên dagirker û global de vekirî û veşartî gelek civîn hatin lidarxistin. Bê guman di van civînan de qendî ku me şopand û fehm kiriye, plansaziyek jî derket. Ev plansazî, yek; dîzayna nû wê çawa be, du; di vê dîzaynê de hêz wê berjewendiyên xwe çawa biparêzin, sê; vê carê kî dê bibe dijminê nû û çar; wê çawa pêşiya tevgerên azadîxwaz û xwezaparêz bigirin û di heman demê de lîberalîzê bikin û bixin bin serweriyê xwe? Bê guman ji vî milî ve xwediyê ezmûn in û der heqê vê de di dîrokê de gelek mînak hene.

Li gorî vê plansaziyê mirov ezmûnên xwe û yên dîrokê tîne bîra xwe û texmîn dike ku ev cîhan di navbera wan de çawa hatiye dabeşkirin û parkirin. Bê guman bi awayekî bêbextî.

Niha ez hewce nabînim geşedanên siyasî yên ku di van mehan de qewimîne yek bi yek li vir rêz bikim. Dixwazim tenê çendekan kurt bînim ser ziman. Bûyerên ku li Kurdistanê, Tirkiye, Tunis, Efganistan, Iraq, Sûriye, Lubnan... û gelek dewerên cîhanê diqewimin, ne dûrî vê plansaziyê ne.

Demekê wekî Tirkiyê, rolek dane Tunisê. Hîn betir piştî ‘Bihara Ereban’ ev bi pêş ket. Çi qas bi kar anîn ev mijara nîqaşê ye. Lê demekê şixulandin û piştre lê mêze kirin ku ew jî wekî Mûrsiyê Misirê bi navê Îxwanî Muslimîn rehet nesekinî. Bê guman têra xwe li gorî berjiwendiyên xwe dizî, talan kir û nirxên mirovî binpê kirin. Çawa mamosteyê Hîtler Ataturk bû, yê Nehda ya Îxwanî jî R. T. Erdogan e. Dibêjin “Ji min re hevalê xwe bêje, ez ê ji te re bêjim tu kî yî.” Bê guman Tunis wê ji nûve were dîzaynkirin. Yanî lazim e ku li gorî sermayeya gerînok û herikbar bê dîzaynkirin. Balkêş e; kî ji vê guhertine nerazî bû? R.T. Erdogan û Qeter. Ji ber ku dor, dora wan e. Û di heman demê de dora derdora Erdogan her roj teng dibe. Lê cihê Tunisê stratejîk e.

Rewşa Efganistanê pir cuda ye. Bi cihê xwe yê jeostratejîk û jeopolîtîk hîn wê gelekî bikeve rojeva cîhanê. Dema ku Sovyetê di sala 1979’an dest di Efganistanê werda û şûnde vê dewletê dest pê kir, bikeve rojeva cîhanê. Ta wê demê rêber Apo ev têketina Sovyetan qebûl nekir û di heman demê de bi zimanekî tund rexne kir. Û pê de şerê Rûsan û şerê hêzên bi navê Talîban-Ûsame Bîn Ladîn – (bi dehfdana DYA ye) û piştre şerê NATO-DYA û Talîbanê… Niha jî ev Efganistan wê çawa bi şewazekî pir zirav û pisporane bikeve bin berjiwandiya DYA û hevalbendên wê. Va ye Erdogan ji bo ku xwe xelas bike, wekî masiyek xwe biavêje avê, avêt ber lingên Talîbanê û got “Em û ew xwedî heman îdeolojîyê ne.” Emperyalîzm wê Erdogan û vê rewşê (têkiliya Erdogan û Talîban) çawa bidin bikaranîn. Wê van cîhadîstan (DAIŞ, El Qaîde-Cebhet El-Nusra, ev çeteyên ku navê xwe kirine Artêşa Azad...) li vir kom bikin. Jixwe ji niha ve hinan dişînin û hinan jî li baregehên NATO’yê yên li Tirkiyê perwerde dikin ku payîzê bişînin.

Pirsgirêka herî mezin çi ye? Di dîzaynkirina nû de wê çawa li hemberê dijminên nû Çîn, Îranê û Rûsan, Awrasyayê bi kar bînin. Ew gelê Uygur ku ji ber Çînê zext dîtiye wê li hemberê Çînê çawa bê bikaranîn. Tê gotin ev Tirkmen in û van wek koçber hem dişînin Kurdistanê û hem jî dişînin Efganistanê. Niha gelek derdor ketine nava tevgerê. DYA, Îngilîz, Alman, Rûs, Çîn... Li ser vê mijare hevdîtin dikin, sozan didin hev, li hemberî hev bi zimanê dîplomasî hişyarî û mesajan didin. Lê diyar e ev mijar wê demeke dirêj di rojevê de cih bigire û dê zû bi zû neyê çareserkirin.

Dema em dibêjin dîzayinkirina nû, bê guman Tevgergera Azadiyê ya Gelê Kurd ne ji derveyî vî tiştî ye. Ev gavên tên avêtin bi awayekî erênî û neyînî gelê Kurd jî rasterast hem elaqedar dike û hem jî bandorê lê dike. Ji ber ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û (ji ber vê yekê jî gelê Kurd) li ser erdê bi aliyê paradîgmaya xwe ya nû aktorek berbiçav in û di heman demê de xwediyê projê û plansazî ne. Sedema vê ew e ku em wek gelê Kurd u Tevgera Azadiyê xwediyê paradîgmayekê ne û li ser vê sîstema ceberrut-xwînmij bandoreke pir neyînî dikin. Ji ber ku ev paradîgma (demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinan) dijberê vê sîstemê ye û ji bo gelan, jin û ciwanan dibe hêvî, pêşaroj û jiyaneke rast û azad. Ya din jî li ser erdê xwe îspat kiriye ku çawa xwişk û biratiya gelan dike. Ev paradîgma hem nûnertiya gelên ku ji vê pergala desthilatdar û zilmkar zirarê dibîne, dike û hem jî parastina xwezayê dike.

Ji aliyê din ve li ser mîmarê tevgera azadîxwaz û mirovê azad zextên dij-mirovahî û pir dijwar ên wekî “tecrîda giran” tê pêkanîn, di heman demê de li çar parçayên Kurdistanê û derveyî Kurdistanê li ser gelê Kurd û Kurdistanê û dostên gelê Kurd jî zext û zilmeke mezin tê meşandin. Li ser gerîlayên Kurdistan êrişeke bê pîvan tê kirin. Disa êrişên li hemberî nirxên madî û manewî yên gelê me, xwezaya me û gorên şehîdên me tên kirin ne ji derveyî vê plansaziya hêzên dagirker û global ye. Aktorên ku li ser erdê van tiştên dij mirovî didin meşandin, navên wan çi dibe bila bibe qet ferq nake. Ev çi NATO dibe, çi YE dibe, dewleta Tirk a dagirker a faşîst dibe, PDK dibe... Ji ber ku ev hêz xwediyê heman ferasetê ne.

Bê guman li hemberî vê fereseta dij-mirovî di serî de serok Apo, dîlên azadiyê, gerîlayên destanên qehremaniyê dinivîsin, gelê Kurd û Kurdistanê û dostên gelê Kurd di nav berxwedaneke bêhempa ya dîrokî de ne. Ev roj wê çaranûsa hebûn û tunebûna me diyar bikin. Di cewher de wê çarenûsa gelên cîhanê jî diyar bike. Ev pêvajo ewqas girîng e û dîrokî ye.

Rewşa dewleta Tirk a dagirker a faşîst pir xirab e. Bi têkçûyînê re rû bi rû ye. Ji  ber vê yekê çi tiştên faşîzan û dij-mirovî heye li hemberê Rêber Apo, gerîla, dîlên azadiyê, gelê Kurd, nirxên gelê Kurd, xwezaya Kurdistanê û dostên gelê Kurd dike. Tabî PDK ya ku nokerî û îxanet ketiyê mejiyê wê jî, kiriye şirîkê xwe. Û di heman demê de piştgiriyê jî ji ‘efendiyên-birayên xwe ye mezin’ digirin. Mirovên Kurd dikujin, ji cih û warên wan sûrgûn dikin, saziyên Kurdan diteqînin. Nirxên gelê Kurd talan dikin, xwezayê Kurdistanê di şewitînin û dibirin...Û ya herî xeter, û pir bi awayekî hovane, berfireh û zirav  tê  meşandin jî, şerê taybet e.

Gotineke pêşiyan heye, dibêje “Rastî wekî rokê ye, nayê veşartin.” Yê ku derbeyên mezin li sîstema dagirkeriya Tirk û PDK’ê xistiye, mîmarê vê Tevgerê ye û ev Tevger e. Ya ku bi gerîla destanên dîrokî dide nivîsandin, dibe sedem ku dîlên azadiyê, bê sînor li ber xwe bidin, sazî û partiyên gelê Kurd li hemberê ewqas êrişên hovanê û faşîzan serî netewînin, û di heman demê de moral û hêzê dide dostên gelê Kurd û wan hîn bi awayekî çalak tevlî vî karî dike, ev hêz e.

Dîsa pêşketineke balkêş a din jî qetlîama li Şengalê li ser gelî me yê Êzîdî hatiye meşandin, ji aliyê hin dewletan ve weke jenosîd tê qabulkirin. Girîngiya vê yekê ew e ku eger gelê Kurd piştî vê li her qadê têkoşîneke baş bimeşîne dibe ku ji bo naskirina Xweseriya Demokratîk a Şengalê bibe qonaxeke sûdmend.

Êdî dem hatiye ku gelê Kurd van nirxên bi bedelên pir giran hatine destxistin, bi awayekî mayînde bike û misogeriya wê bixe bin serweriya qanunî-siyasî. Ji ber wê, niha xebatên wekî pêngava ji bo qebûlkirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û naskirina jenosîda gelê êzidî û Xweseriya Şengalê pir baş in. Dîsa, hewldan û xebata ji bo derxistina PKK’ê ji ‘Lîsteya Terore’ jî wê bibe sedema pêvajoyeke bi tevger û çalak. Ev xebat wê li ser rewşa serok Apo bandoreke erênî bike û di heman demê de wê dîrokeke nû jî binivîsîne. Jixwe “PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE” jî, hîn bi awayekî bi bandor û encamgir wê bê meşandin. Em vê hêz û moralê ji Serok, şehîdan, gel û nirxên mirovahiyê digirin. Xet û rêka rast jî ev e.