Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin

Li Tebqayê bi sedan kes li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin
Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin
Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin
Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin
Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin
Li Tebqayê êrişên dagirkeriyê û tecrîda li ser rêbertî  hatin şermezarkirin
22 tebax, 2021   17:14
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û hikumetan hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tev bigerin û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin.

Şêniyên Tebqa, di nav de û malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî meşê bû. Meş ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ber bi goristana şehîdan a rojavayê bajêr dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîdên Tebqayê û pankartên "Azadiya rêber Apo…azadiya gelan e" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" hildan.

Meş li goristana şehîdan a Tebqayê rawestî û deqeyeke rêz hat girtin, dûvre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Ereb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan re ku di 15’ê Sibata 1999’an de ji hêla îstîxbaratên hêzên navneteweyî û herêmê ve pêk hatiye zêdetir 20 salan derbas bûn. Ev komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan bû, lê belê li dijî tevahî gelên herêmê, fikir û felsefeya rêber Ocalan a ji bo projeya neteweya demokratîk û rizgarkirina herêmê ji krîzan bû.

Ji lew re dewleta Tirk a faşîst a bi nûnertiya AKP’ê tecrîd li dijî rêber Ocalan ferz kir, da ku projeya biratiya gelan bi bin bixe û hegemoniya hêzên navneteweyî li dijî gelên herêmê berdewam bibe.

Dewleta Tirk siyaseta dewleta Osmanî pêk tîne, sivîlan qetil dike, penaber dike û azadiya gelan heta bi şûnwaran diçewisîne. Her wiha li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrînê bigire heta bi Serêkaniyê û Girê Spî û heta bi Şengalê komkujiyan pêk tîne.

Dewleta Tirk a dagirker ne tenê xak û herêman dagir dike, lê belê tevahî mîsaqan û baweriyên olî bin pê dike. Li aliyekî din cenazeyên şehîdên ku ji bo mirovahiyê tevahî şerê hêzên tarî kirine ji gorên wan derdixe. Li beramberî vê sûcan cîhan û rêxistinên mafên mirovan bê deng e.

Em bang li cîhan, rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, hikumet, dewlet û tevahî aşîtxwazên li cîhanê dikin ku ji bo azadiya rêber Ocalan tev bigerin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û Rêveberiya Xweser nas bikin, ji ber ku çareya herî guncaw ji dozên herêmê re ye.

Her wiha em bang li tevahî gel, partiyên siyasî, rewşenbîr û çînên civakê dikin ku li hember êrişên dagirkeriya Tirk bibin yek û bi hemû hêza xwe bixebitin ku projeya neteweya demokratîk bi ser keve."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/broPB2m_biU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>